Berê Wezîrê Derve yê Almanyayê bûye
Wezîrê Derve yê berê yê Almanyayê Frank Steinmeier di hilbijartinên Serokatiya wî welatî de bi ser ket û bû Serokê nû yê Almanyayê.
Di civîna Komeleya Parlamentoya Almanyayê ku, îro roja Yekşemê hate lidarxistin Wezîrê Derve yê berê yê Almanyayê Frank Steinmeier ji partiya Sosyalîst a Demokratîk bo Serokatiya wî welatî hate hilbijartin.
Di proseya hilbijartinê de Frank Steinmeier ji hejmara hezar û 260 dengan 931 deng bi destxistin.Li Almanya desthilata di destê serok de gelekî kême lê giring e.
Serokê nû yê Almanyayê ku, temenê wî 60 salin, yasa û siyaset li zankoya Gêsin xwendiye, herwiha gelek postên siyasî wergirtine di nav de jî Posta Wezîrê Derve yê wî welatî.