Paşeroja Sûriyê û pirsa kurdî

0
622
 Musa KAVAL
Musa KAVAL

Ji xwandina bûyerên li ser Sûryê diqewumin diyar dibît ku mumkun e
rewşa paşeroja Sûriyê bibîte bingehek bo nixşandina paşeroja Rojhelata Navîn. Tifaq danandin, liser paşeroja Sûriyê,di navbera herdu
dewletên mazin de, Amerîka û Rûsya, sanahîtire ji çêkirina tefaqan dinavera dwletên herêmî û hêzên siyasî û leşkerî yên liser Sûriyê şer dikin. Rewşa Sûriyê aloziyek pir aliye.Jibo ku çareseriyek bo bête dîtin. Hejmarek pirsgirêkan pêkve bênçereserkirin. Ev çareserî bêy pêkhatinê di navbera Amerîka û Rûsya de na çêbin.

Yek ji pirsgirêkên sereke bo çareserkirina qeyrana Sûriyê, pirsgirêka li hevhatinê ye di navbera Amerîka û Rûsya de. Eger Amerîka Rûsya li ser çend xalên giring li hev ne kin çareserkirina pêwîst bo qeyranên Sûriyê dê pir bi zehmet bin. Heta qemî ne mumkun bin. Xalên ku ev herdu dewlet dikarin li ser pêk bên dikatin berîtîbin ji vanên jêrî:

Diyarkirina fezaya nufuza her yekê ji van herdu dewletên mazin

Heryek ji Rûsya û Amerîka, liber digerhît ku gora berjewendiyên xwe fezayekê
bo nufuza xwe li vê herêmê bi terefê din bidete qebûlkirin. Çar fezayên sereke dikarin bibin babetên ne ku yan di navbera van herdu dewletên mazin de: fezaya ceosiyasî, fezaya aborî, fezaya leş kerî û fezaya siyasi. Ev her çar babet bihevre girêdayîne û her yek yên din xurtir diket.

Ji niho û paş ve Amerîka zû bi zû Sûriyê hemuyê bo Rûsya nahêlit, herwesan Rûsya jî hindî pê çêbibit Sûriyê bi temami teslîmî Amerîka na ket. Ji aliyek din ve ev herdu dewletên mazin, xwe paş e ve na kiş în û Sûriyê bo dewletên din yê herêmî wek Iranê û Turkiye na hêlin . Tiş tê pirtir ber-aqlaneye, ewe ku herdû teref dê berjewendiyên hev qebul bikin û her yek dê fezayeka nifozê bo terefê din nasbiket. Bi vê yekê ew dê didawiyê de bikarin liser pirsên mazin li hev bên. Paşê gora vê yekê ew dê bikarin di pir waran de, bandorê liser terefdarên xwe bikin. Hingê dewletên din yên herêmê jî dê di felaka wan de siyasetê bikin.Ev herdu dewletên mazin baş hev nas dikin. Baş hînî hevbûyine, lewma wan piş tî cenga cihanê ya duyemîn heta hilweş ana Yekitiya Sovyetî dunya bihevre idere dikir. Beşek ji dewletên Rojhelata-Navîn jî hevbendên Amerîka bûn, beş ê din hevendên Rûsya bûn.

Eger ev herdu dewlet giheştin tifaqek sitratejî û tuxubên nufuza heryekê ji wan diyarbûn û bi terefê din hatin qebul kirin, hingê lihefhatin di navbera wan de, dê nexş ên nû û tewazûnên siyasî û leşkeriyên nû di herêmê de danin.

Nizama felsefa hukumraniya nû di Rojhelata Navîn de

Yek ji xalên giring yên ku dikarin bibin babetê niqaş û nakokiyan, felsefa hukumraniyê ye. Aya piştî nehêlana DAIŞê, rejîma nû, dê li ser çi bîrûbawerî û nîzam hukumraniyê bête avakirin?Evro hejmarek bîrbûabweriyên dijhev bûyîne babetên niqaş û şerê ideolojî:
– Islama tundirew wek ku hejmarek mazin ji grobên islamî dixwazin binecih biket.
– Islama selefi wek ya ku dewleta Arabi Siûdî dixwazit belav biket.
– Islama sûnî ya wek Osmanî ku Tirkiye dixwazit carek din bizivîrînîte ve.
– Demokrasiya liberal ya ku xelkên herêmê di destpêka Bihara Erebî de, dixwastin binecih bikin.
– Nizama demokrasî ku bi şêwazek xwezayî dibite sekuler (elmanî)
– Diktatorî ku terefdarên rejîmêt kevin dixazin bi hêz bikevîte ve.

Herdû dewletên mazin Amerîka û Rûsya dikarin pêk bên li ser avakirina rejima demokratika liberal. Eger ev yeke misoger bibît hingê ew dê bi sanahî pêkve bixebitin û hevkarbin li dijê ideolojiyên siyasî û dinî yên mayî.Pêşniyaza serokê Amerîka yê nû Trump bo avakirina herêmên parastî dikarît bibîte bingeh bo tifaqên siyasî û parvekirina fezayên nufuzê dinavbera Amerîka û Rûsya de.

Mumkun e ku çend herêmên parastî bêne afirandin. Du yan sê dibin
parastina Amerîka dabin. Beşek ji wan liser tuxubên Ordin, Israîl bin, beş ek li Kurdistana rojava bît herêmek jî dibin kontrolaTirkiye de liser tuxubên wê di gel Sûriyê bête avakirin. Beşê mayî ji Sûriyê dikarît dibin kontrola Rûsya de bimînît. Bi vî şêwazî Sûriye dikarît di resmiyetê de wek dewletek yekgirtî bimînît lê di rastiyê de, dibîte dewletek parçekirî.

Heykelê dewleta nû li Sûriyê.
dewleta federal, merkezî yan nemerkezî (unitaire). nîqaşên mazin liser heykelê dewleta nû bo Sûriyê bedewame. Aya dewletek federal bît, merkezîbît, nemerkezî bît? Ev babetek giring e û dikarît bibîte sebebê nakukiyên sereke piş tî nemana DAIŞê. Eger heykelê Dewleta Sûriyê, federal bît dê baş bikunjît di gel felsefa hukumranî ya liser bingehê demoqrasiya liberal tête avakirin.

Evro kurd ji hemo hêzên din yên opozisyona Sûriyê, baştir terefdar û zelal in liser babetê federaliyê û sekolarizmê. Ji bo kurdan dewleta merkezî dikarît di midehek kin de bibîte diktatorî.
Amerîka û Rûsya dikarin bi sanahî liser vê xalê jî hemfikir bin. Herdu dewlet li ser bingeha demokrasiya lîberal in, federal in û sekulerin. Liser vi babetî ditinên kurdan û yên Amerîka û Rûsya pir nêzikî hev in.

Jiber ku kurd netewa duyemîne li Sûriyê, erk û berpirsyariyên wan mazin in. Ew dikarin bo danandina demokrasiyê, avakirina dewletek federal û rumetgirtina çand û ayinên cuda li Sûriyê bi hêz û çalaktir bin. Hingê hem cihan, hem Amerîka û Rûsya hem jî xelkên Sûriyê dê pitir rûmetê bidene wan û piş girtina daxwazên wan bikin. Jiber vê yekê hindî ku rola kurdan xurtir bît hind piş girtina demokrasiyê, azadiyên giş tî, sekulariz û avakirina dewleta federal li Sûriyê dê baştir bêne misogerkirin.
Lê ser mixabin jiber ku herdu terefên sereke yên TEVDEM û ENKS dijatiya hev dikin, hev qebûl nakin û di asta kurdistanî, herêmî û liser asta navnetewî jî, her dem hevdu reş dikin dikin. Mirov dikarit bêjit ev helwêsta van herdu aliyên Kurdistana rojava întixara siyasî ye.

Eger hev lawazkirina van herdu aliyên kurdî bi vî şêwazî berdewam bit, metirsiyek mazin heye ku hêzên herêmî wan pirtir bikin dijminên hev û şerê birakujî dinavbera wan de çêbikin. Di encamê de hêzên mazn û cihan jî neşêt paşê piştgirtiya kurdan bikin. Ew dê bi vê yekê hemo derf etan ji destê gelê kurd derînin. Di kevin de mazinan gotiye ; ‘eger kurmê darê ji darê nebît zewala darê nabît.’
Heftenameya Bas

Comments

comments

Bersiv bd: