Parîs: Şehîdên serxwebûnê li Parîsê tên bibîranîn

0
756

Li Fransa, merasimek bo bibîranîna şehîd Dr. Silêman û hevçeperê wî şehîd Resûl Mihemedzade tê lidarxistin.

Îro li paytexta Fransa-Parîsê, Fermandarê Pêşmerge Dr. Seîd Çurukkaya (Dr. Silêman) û Pêşmergeyê Partiya Demokrat a Kurdistana Iranê Resûl Muhamedzade, ku 30ê Cotmeha 2106an di şerê DAIŞ d şehdî bibûn, tên bibîranîn.

Bîranîn bi bernameyeke dewlemend dê birêve biçe. Tê de: Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Elî Dolamarî, Serokê Enstituya Kurd li Parisê Kendal Nezan, Prof Dr. Umit Yazicioglu û birayê şehîd Dr. Sait, Selim Çurukkaya dê axaftinê bikin. Herwiha hunermend Rojîn, dê bi strana xwe ku li ser şehîd Dr. Sait çê kiriye amade bibe.

Komîteya amadekar tevayiya Kurdên li Fransayê vedixwîne bîranînê, ku dê demjimêr. 18:30 li 27 Avenue de Choisy 750 13 Parisê birêve biçe.

Pêşmergeyê xwebexş û pisporê pûçkirina mîn û teqemeniyan Seîd Çurukkaya (Dr. Silêman), ku di encama teqîna bombeke DAIŞê de li nêzîkî Mûsilê birîndar bibû, li nexweşxaneyeke Almanya de şehîd bû.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.