Toreyeke Mafnasiyê Şehîdbûna Dora 17hezar Sivîlî Li Sûriyê Sala 2016an Belge Dike

0
617

Toreya Sûrî Ya Mafên Mirovan, raporta xwe ya mehane ya der barê qurbaniyên Sûriyê bi giştî derxist. Toreyê di meha çileyê pêşî de şehîdbûna 827 sivîlan belge kir, û got ku li Sûriyê bi giştî 16,913 şehîdên sivîl di sala 2016an de hebûn, li ser destê hêzên rêjîmê û milîtanên hevkarên wê û firokên Rûsî şehîd ketibûn.

Raportê di serjimara xwe de diyar kir ko hêzên Esed 8736 sivîl ji nav wan 1984 zarok û 1237 jin û ne kêmî 447 kesan bi êşkenceyê ji nav wan jî du zarok û 7 jin kuştine, her weha hêzên Rûsya 3967 sivîl ji nav wan 1042 zarok û 684 jin kuştine, û 146 sivîl ji nav wan jî 24 zarok û 23 jin û 6 kes bi êşkenceyê bi destê milîtanên PYD yên bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat  ve hatine kuştin belge kirine.

Raportê şehîdbûna 1528 sivîlan belgeh kirine, ji nav wan jî 1510 sivîl li ser destê Daişê ji nav wan jî 258 zarok û 213 jin û 8 kes bi êşkenceyê hatine kuştin, her weha 18 sivîl ji nav wan jî 4 kes bi sedema êşkenceyê bi destê Aniya Fetih Elşam hatine kuştin.

Raportê destnîşan kir ko hêzên tê texmînkirin ko Rûsî ne 151 sivîlî ji nav wan 39 zarok û 13 jin kuştine.

Ji aliyekî din ve raportê nivîsand ko hêzên hevpeymana navdewletî 537 sivîl ji nav wan jî 158 zarok û 98 jin kuştine, her weha hatiye belgekirin ji 951 sivîl ji nav wan 168 zarok û 96 jin bi destê komên çekdar yên Toreyê ew nas nekirine hatine kuştin

Raportê serjimara qurbaniyên çileyê pêşî 2016an pêşkêş kir, li ser ko hêzên Esed 411 sivîl ji nav wan 114 zarok kuştine, her weha 42 jin û 19 sivîl bi sedema êşkenceyê hatine kuştin. Rêjeya zarok û jinan ji qurbaniyan gihiştiye 38% û ev nîşandekeke xurte ko bi mebest hêzên Esed sivîlên Sûriyê kuştine.

Her weha raportê şehîdbûna 34 sivîlî ji nav wan 7 zarok û du jin hin bi fetisînê an jî bi bûyerên teqînan an bi bûyerine ko Toreyê nikarîbû belgeh bike hatine kuştin.

Her weha raportê got ko hêzên Esed û yên Rûsî mercên yasaya navdewletî ya mafê mirovan yên ko mafên jiyanê diparêze binpê kirine. Her weha bi dehan rewşên ko hêmanên tawanên cengê ko bi kuştinê ve girêdayî ne tê de hene, pêzanîn li gora bi sedan gotinên dîdevanan ko 90% ji êrîşên berfireh û yên tekane li dijî sivîlan bûn.

Raportê ji Encûmena Ewlekariyê û Dezgehên navdewletî daxwaz kir ko barê berpirsiyariyên  xwe hilgirin der barê kuştina her kêlîk ya ko yek demjimêrê tenê jî ranewestiyaye, û fişarê bidin ser rêjîma Esed ji bo operasiyonên bombebarana bêserûber dijî sivîlan rawestîne. Her weha raport dibîne ku rêjîma Rûsya û hemû milîtanên mezhebperest û rêkxistina Daiş wekû aliyên biyanî di operasiyonên kuştina Sûriyan de beşdar in, û berpirsiyariya yasayî û ya dadwerî da ser milê wan û yên ko piştgiriya rêjîma Esed dikin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.