Divê Rûsya Milîtanên Îranî Û Beşar Neçarî Pabendiya Bi Agirbestê Bike

0
1171

Endamekî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê daxwaz ji Rûsya kir ko milîtanên bi ser Îranê ve û hêzên Beşar neçarî pabendiya bi agirbestê bike û nehêle wê têk bidin.

Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yasir Elferhan bal kêşand ser ko berpirsiyara nehêlana binpêkirinan dikeve ser milê Mosko ji ber ew aliyê gerantiya Rêjîmê ye. Tekez kir ko berdewamiya milîtanên Îranî û hêzên Esed di binpêkirinan de û bi taybetî li Wadî Bereda amanc jê têkdana peymanê ye, ji ber ko dixwaze çareserkirina leşkerî wek ko ew pê bawer e berdewam bike.

Elferhan destnîşan kir ku nexşeyên peymanê hene, wek ko Rûsya diyar kiriye, û wê li ser wan nexşan bimeşin, û ev behaneya hebûna endamên tirorist li Wadî Bereda red dike, û tekezî li ser lezkirina rawestandina binpêkirinan kir, û daxwaza çesipandina wan xalan kir.

Û diyar kir ko Encûmena Ewlekariyê tekezî li ser agirbestê kiriye, û daxwaz kir ko peymana agirbestê bihêztir bibe, di riya danîna mîkanîzmin xuya ji bo çavdêrî û sizakirinê.

Her weha Elferhan tekez kir ko desteya bilind ya danûstandinan, aliyê tenê ye ji bo damezirandina şanda danûstandinan ya hêzên şoreşê û Rikberiya Sûriyê . û destnîşan kir ko desteya siyasî ya Hevbendiyê îro civîneke awarte lidar xist ji bo pêşveçûnên siyasî û meydanî gotûbêj bike, ji nav wan jî ew zêdegaviyên li Wadî Berda çêdibin.

Û Encûmena Ewlekariyê bi tevayî deng da pirojeyê Rûsya ji bo agirbestê li Sûriyê, piştî ko guherînin giring di naveroka wê de çêkirin berî ko pesend bikin. Biryara hejmara 2336 tekez kir ko Encûmena Ewlekariyê agahdar e bi belgehên Rûsî û Tirkî bê ko biryarê li xwe bigire, destnîşan kir ko ew piştgiriya bizava Mosko û Enqere dike ji bo bidawîkirina tundiyê li Sûriyê, û vegerin pêvajoya siyasî ji bo dîtina çareseriyê.

Biryarê daxwaz ji aliyên têkildar kir ko rê bidin acansên mirovî da bilez û hêminî bêyî çi astengiyan bigihên hemû aliyên Sûriyê li gora biryarên Encûmenê yên têkildarî mijarê .

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.