Azerbeycan: Emê Îranê ji nexşê paqij bikin

0
754

Rojikurd:Li gor nûçeya ajansa Azerî ya Apa yê, piştî parlamenterê Azerbeycanê Qudret Hesenquliyev diyar kir, dû serdana serokwezîrê Îsraîlê ya paytext Bakû yê, helwêstê Îranê yê li hember Azerbeycanê yê gefxwarinê pêwîste bê bersiv nemîne.

Hesenquliyev got, wezîrê Îranê yê berevaniyê diyar kiriye em nikarin razîbin ku Azerbeycan xwe nêzîkê Îsraîlê bike, li hember vê yekê helwêstên tund ên Îranê li hember Azerbeycanê dê bi xwe re pirsgirêkên mezin derxe holê.

Hesenquliyev diyar kir, Eger Îran êrîş bike ser Azerbeycanê, Îran bixwe dê ji nexşeyê pê paqijkirin û di cîhê wê de dê pênc dewlet ava bibin.

Piştî vê daxuyaniyê serokê parlamentoya Azerbeycanê Oktay Esedov diyar kir; ‘’Îran nikare ti demekê xwe têkelî karên navxweyê Azerbeycanê bike. Serok komarê Îranê jî serdana Ermenîstanê kir, me li hember wan ti tiştek ne got. Dive herkes li hember hev bi rêzdarî tevbigere.’’

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.