ROJIKURD/Hikûmeta Îranê ragihand, di teqîna îro ya bajarê Samera yê Iraqê de 10 îranî hatine kuştin.
Nûnerê dezgeha hecê ya Îranê li Iraqê, Mihemed Cevad Danişyar ji malpera îranî ya ÎSNA re gotiye, îro danê sibê li bajarê Samera yê Iraqê, ku bajarekî şîeyan e, teqîneke xwekujî qewimî.
Wî rayedarê îranî daye zanîn ku di wê bûyerê de 10 îraniyên ku bo ziyareta cihên pîroz ên şîeyan serdana Samerayê kiribûn, hatin kuştin.
Li gorî agahiyên wî rayedarê îranî, piraniya kesên ku hatine kuştin, xelkê herêmên Sîstan-Belûçistan û Hurmuzganê bûne.