Cenazeyê pêşmergeyê xwebexş Dr. Silêman gihîşt Hewlêrê

0
892

ROJIKURD / Cenazeyê pêşmergeyê xwebexş, Dr. Silêman (Seîd Çurûkkaya) gihîşt Kurdistana Başûr.

 

Îro danê êvarê, cenazeyê pêşmergeyê xwebexş Dr. Silêman, ku di encama teqîna bomba DAIŞê de li eniya şer şehîd bibû, gihîşt paytext Hewlêrê.

 

Peyamnêrê BasNewsê li Almanya ragihand, cenazeyê Dr. Silêman ji bajarê Duseldorf ê Almanya ber bi Herêma Kurdistanê hat şandin.

 

Peyamnêrê BasNewsê her wiha got, malbat û mirovên Dr. Silêman jî bi cenazeyê wî re hatin Başûr.

 

Cenazeyê Dr. Silêman, piştî merasimên fermî dê bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl – Xabûrê re derbasî bajarê Çewlîgê yê Kurdistana Bakûr were kirin û li wir were veşartin.

 

Seîd Çurûkkaya, ku navê wî yê din Dr. Silêman bû, roja 26 Cotmeha îsal li gundê Tîsxirab ê Başîkê, dema bombeka DAIŞê pûç dikir, ji ber teqîna bombê giran birîndar bû. Ew birin Almanya lê roja 30 Cotmehê şehîd bû.

 

Dr. Silêman li herêma Çewlîgê ya Kurdistana Bakûr ji dayîk bibû. Ew li Almanya dijiya lê piştî ku DAIŞê êrişî Başûr kir, çû eniya şer. Dr. Silêman li eniya şer, bomb û mînên ku DAIŞê danîbûn, pûç dikir.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.