Li parêzgaha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê, çiyavanekî kurd rastî êrişa hirçekî hat û bi giranî birîndar bû.
Duh li ser çiyayê Kewîr li nêzîkî bajarokê Bidrê yê Îlamê, çiyavanek ku bi komek hevalên xwe re çûbû çiyê, rastî êrişa hirçekî hat.
Li gorî agahiyan, hevalên wî çiyavanî ew ji nav lepê hirçi rizgar kiribûn lê bi giranî birîndar bibû.
Çiyavanê birîndar niha li nexweşxanê ye û rewşa wî jî ber bi başbûnê ve diçe.