Serokomarê Yemenê: Îran piştevanê fermî yê terorîzmê ye li navçeyê de!

0
725

Serokomarê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî li gotareke xwe ya di civîna lûtkeya erebî ya li Urdinê ragehand, ‘’Komara îslamî ya Îranê piştevanê fermî yê terorîzmê ye li navçeyê de.’’

Herwaha amaje bi vê yekê jî kir: ‘’Husiyên alîgirê Elî Ebdula Salih ku serokomarê ji kar hatî durxistin ê Yemenê, nasnaneya civakî ya welat têkbiriye û ew jî rasterast ji aliyê Îranê ve piştevanî kirin.’’

Herwaha got: ‘’Husî bi planên Îranê ve dixwazin nasnameya Yemenê bi Îranê ve girêbidin, lê xelkê Yemenê ti demekê ji tiştekî waha re rê nade.’’

Ebid Rebe Mensûr Hadî got: ‘’Seqamgiriya Yemenê, seqamgiriya navçeyê ye, nasnameya Yemen li navçeyê xwedî bingeh û dîrokeke kûre û di dirêjayiya dîrokê de jî ew nasname ji yek nehatiye qutkirin.’’

Dawiyê de jî daxwaz ji Husiyan kir, çekên xwe daynin û ji bajaran xwe bikêşin û di cîha wî karî têkdanê de, bila partiyeke siyasî damezrînin. Heman demê de spasiya hêzên hevpeymanên ereb kir, ji ber alîkarê xelkê Yemenê bûne.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.