Tomarek videoyî belav bû ku hêzên heşdî şeibî yên ser bi tayfeya şîeyên Iraqê, bi PKKê re ketine milê hev û li sînorê Şingalê dirûşim û şîarên ‘’Ez xulamê te me ya Hisên’’ davêjin.
Li gor tomara videoyî ku ji aliyê ragehandina şer a Iraqê ve hatiye belav kirin, duh 29.05.2017ê hêzên heşdî şeibî li rojavayê Mûsilê û sînorê qeza Şingalê bi piştevaniya hêzên ser bi PKKê ve (YBŞ) operasyonek berfireh pêkanîn û li sînorê navçeya Ebu Cirês ê başûrê Şingalê ve geheştin sînorê Sûriyê.
Di girte videoyê de berpirsek heşdî şeibî diaxive û dibêje: ‘’Em yekgirtî ne û yek in.’’
Vê derbarê de nivîskar Hoşeng Osê di tora xwe ya facebookê de nivîsand: ‘’Heşdî şeibî ya tayfeya şîe û heşdî Apocî (Laîk) û (Lebîk ya Husên ango ez xulamê te me ya Husên)’’ Armanca vê nivîsa Hoşeng Osê amaje bi cudayiya fikrî ya PKKê û heşdî şeibî û wê dirûşmê ye.