Heşdî şeibî û PKK di milê hev de

0
1127

Tomarek videoyî belav bû ku hêzên heşdî şeibî yên ser bi tayfeya şîeyên Iraqê, bi PKKê re ketine milê hev û li sînorê Şingalê dirûşim û şîarên ‘’Ez xulamê te me ya Hisên’’ davêjin.

Li gor tomara videoyî ku ji aliyê ragehandina şer a Iraqê ve hatiye belav kirin, duh 29.05.2017ê hêzên heşdî şeibî li rojavayê Mûsilê û sînorê qeza Şingalê bi piştevaniya hêzên ser bi PKKê ve (YBŞ) operasyonek berfireh pêkanîn û li sînorê navçeya Ebu Cirês ê başûrê Şingalê ve geheştin sînorê Sûriyê.

Di girte videoyê de berpirsek heşdî şeibî diaxive û dibêje: ‘’Em yekgirtî ne û yek in.’’

Vê derbarê de nivîskar Hoşeng Osê di tora xwe ya facebookê de nivîsand: ‘’Heşdî şeibî ya tayfeya şîe û heşdî Apocî (Laîk) û (Lebîk ya Husên ango ez xulamê te me ya Husên)’’  Armanca vê nivîsa Hoşeng Osê amaje bi cudayiya fikrî ya PKKê û heşdî şeibî û wê dirûşmê ye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.