Xelata Berûya Zêrîn – Herî dawî Yelda Ebbasî wergirt

0
474

Kelîmullahê Tewehudî, dîroknigar û lêkolînerê mezin yê kurd dema ku pêncemîn xelata Berûya Zêrîn pêşkêşî Yelda Ebbasî dikir, got: “Yelda; wezîfeya te pir giran dibe, ev xelata xelkê Kurdistanê û xelkê hunerdost yê Merîwanê ye ku ez pêşkêşî te dikim; divê tu barê giran yê muzîkê bigirî ser stûya xwe.”

Yelda Ebbasî, dengbêj û dutarjena kurd, kêmtementirîn jina kurd e ku heta niha xelata Berûya Zêrîn wergirtîye.

Yekemîn xelata Berûya Zêrîn, sala 2012ê pêşkêşî hunermendê dengbêj, Osman Hewramî hate kirin. Hewramî Sîyaçemanebêj û Horeçirê kurd, niştecihê bajarê Nodşeyê li Rojhilatê Kurdistanê ye.

Duyemîn xelata Berûya Zêrîn, sala 2013ê bo Celal Melikşah şair û nivîskarê kurd hate pêşkêşkirin û sêyemîn xelata Berûya Zêrîn sala 2014ê li hunermedê peykertiraş, Hadî Ziyaudînî hate pêşkêşkirin, herdu hunermendên ku xelata duyem û sêyem wegirtin xelkê Sineyê ne. Bi vî rengî Sine yekem bajarê Kurdistanê ye ku heta niha du xelatên Berûya Zêrîn wergirtine.

Çaremîn xelata Berûya Zêrîn sala 2015ê pêşkêşî Elîdost Felahetî hat kirin. Felahetî hunermendê dûzelejen yê kurd e. Li Îlamê ji dayîk bûye û ew salmendtirîn kesayet e ku heta niha ev xelat wergirtiye. Elîdost 60 sal ji temenê xwe bo parastin û ragirtina hunera dûzelejenîyê terxan kirîye.

Yelda Ebbasî li bajarê Şîrwanê li bakurê Xorasanê ji dayîk bûye û kurda Xorasanê ye. Ew mamosteya meqmên folklorîk yên kurdî li bakurê Xorasanê ye.

Yelda Ebbasî şeva 21ê Desambra 2016ê pêncemîn xelata Berûya Zêrîn wergirt.

Berû di kultura kurdî de, wekî sembola xweragirîyê dihête naskirin û xelata Berûya Zêrîn bi wan kesan dihête dayîn ku tevî parastina kultur û hunera kurdî demekê xweragirî kiribin.

Navenda kultura Vejîn ku komeleyeka kulturî ya xelkê ye ji alîyê çendîn çalakên kulturî yên kurd li Merîwanê bi rê va diçe. Salane di şeva çileyê da (şeva Yeldayê) 21ê Desambrê bo rêzgirtin li kesayetên kurd ku temenê xwe bo parastina çand û hunera kurdî terxan kirine, ev xelat li wan dihê pêşkêş kirin.

Dema birêveçûna rêûresma xelata Berûya Zêrîn, xelkê Merîwanê di heman demê da cejna şeva çileyê jî pîroz dikin, û loma salane cejna şeva çileya Merîwanê û rêûresma pêşkêşkirina xelata Berûya Zêrîn bi hev re bi rê ve diçin. Di merasimê de çendîn şairên mêvan ku heryek ji wan ji bajarekê Kurdistanê hatine dewet kirin, çend helbestên xwe pêşkêş dikin, û piştre kurtefîlmek li ser jîyana kesayetê/a ku biryar e xelat lê bihête pêşkêş kirin, dihête belav kirin û di dawîyê de xelata berûya zêrîn pêşkêşî wî/wê kesayetê/a dihêtê kirin.

Cejna şeva çileyê, cejneka kevn ya Kurdistanê ye û li gor bawerîya mîtrayîsmê li wê şevê ku dirêjtirîn şeva salê ye, yezdê (xwedayê) ronahîyê (Yelda) ji dayîk dibe û mîtra wisa bawer in ku divê li wê şevê ti kes ranekeve û heta sibehê xelk mêvandarîyê bike. Çerez û mêweyan bixwin ji ber ku rizq û rûzîya wan zide bibe.

Dema rêûresma xelata Berûya Zêrîn, tenê bi hinaran pêşwazî li mêvanan dihête kirin. Li gor nerîta kevn ya Kurdistanê di şeva Yeldayê de, tenê bi hinar, mewîj, gwîz û behîvan pêşwazîya mêvanan dihat kirin. Lê Navenda Vejînê tenê bi hinaran pêşwazîya mêvanên xwe dike.

Comments

comments

Bersiv bd: