De Mistura ji rejîma Sûriyê xwest hewlên cidî destpê bike

0
820

Rojikurd:Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura daxwaz ji Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed kir ku, danûstandinên cidî derbarê paşeroja wî welatî de destpê bike û da zanîn ku, çarenivîsa bajarê Helebê di metirsiyê de ye.

Di hevpeyvînek xwe ya li gel kanala BBC ya Brîtanî Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura daxwaz ji Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed kir ku, danûstandinên cidî derbarê paşeroja wî welatî li gel Opozîsyona Sûriyê destpê bike.

De Mistura aşkere kir ku, çarenivîsa bajarê Helebê jî di metirsiyê de ye.

Herwiha da zanîn ku, derketina welatiyên sivîl ji taxên rojhelata Helebê li gor rêkeftinekê wê rê li ber wêrankirin û rijandina xwîne bigre.

Zêdeyî mehekê ye rejîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê êrîşekî tûnd li ser taxên rojhelatê Helebê destpêkirine, di encam de bi sedan kes hatine kuştin û zêdeyî 50 hezar sivîl koçber bûne.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.