Rapora kar û xebatên nûneritiya PENa kurd di kongireya 85 ya PEN International de ku rojên 30. 09 heya 02.10.2019 li Manîla Fîlîpînê bi rêve çû

0
121

ROJI KURD :
Kongireya 85 a PEN International roja 30.09.2019 li bajarê Manîla, paytextê Fîlîpîn destpê kir û heya roja çarşem 2. meha 10 karê xwe berdewam kir. Kongire wê roja pêncşem bi awayek fermî bi dawî bê.PENa kurd, Îsla jî weke salên berê bi awayek çalak di kongireyê de beşdar bû û mijarên pêwendîdar bi ziman, çand û wêjeya kurdî û rewşa giştiye Kurdistanê anî rojeva PEN International. Endamê me, Abdullah Hicab îsal nûneritiya PENa kurddi kongierya Manîla de kir.

Amadekirna :
Abdullah Hicab
Nuneren Pena Kurd

Rapora kar û xebatê nûnerê PENa kurd di kongireya 85 a PEN International de li jêr tê pêşkêş kirin:

Roja 30.09.2019

Kongire saet 09:00 bi dema Manîla, bi 3 work shopên cuda yên komîteyên girêdayî bi PEN International li zanîngeha ”La Salle” ya Manîla destpê kir. Work Shop a li ser ”civaka sivîl” û xwedî derketin ji ziman û wêjeya neteweyên ku di bin gefa heliyanê de ne di rojeva serke ya karê kongireyê de bû. Nûnerê PENa kurd, di wê work shopê de, di kesayetiya nivîskar û rojnemavanê girtî Nedim Tüfent de, rewşa girtiyên kurd û astengiyên li ser rêya ziman û wêjeya kurdî li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê anî rojevê. Di wê çarçoveyê de, daxuyaniya hevbeş a PENa kurd û PEN International ji bo serbestberdana Nedim Tüfent hate pêşkêş kirin û kete nava belgeyên fermî yên kongireyê. Di daxuyaniyê de tê gotin ku Nedim tenê ji ber karê xwe yê rojnamevanî û raporên li ser şere dewleta Tirk li dijî gelê kurd hatiye girtin û dive demûdest û bê merc were berdan.

Di beşek din ya xebatên roja yekê ye kongirê de, kar û pirojeyên navendên endam di PEN International de hatin nirxandin. Di wê beşê de nûnerê PENa kurd, basî pirojeya “Em Êzidî ne” kir ku PENa kurd bi alîkariya PEN International birêve biriye. Piroje weke yek ji karên serketî yên PENa kurd bi alîkariya PEN international hate pênase kirin.

Pişt re aliyên hevbeş yên bandora ziman li ser pirsên siyasî kete ber base, ku tê de PENa kurd û PENa Hong Kong bi awayek hevbeş bandora zimanê “Cantonese” li ser berxwedana xelkê Hong Kong li dijî serweriya Çînê û ya zimanê kurdî li ser xebata neteweya kurd ji bo zadiyê nirxandin. Naveroka wê base ew bû ku bingeha berxwedana li dijî dîktatoriyê xwedî derketin ji ziman û çanda neteweyî  ye. Lewma piştgiriya PEN International ji bo pirojeyên xwedî derketina çand û zimanan dikare bibe alîkar ku gefa li ser ziman û nasnameya neteweyan kêm bibe. PENa kurdji PEN International daxwaz kir ku piştgiriyê bide pirojeyên wê yên pêşerojê ji bo xwedî derketin ji zimanê kurdî.

Di beşa sêyê ya xebatên roja yekê ya komîteyên PEN International de, daxuyaniyên pêşniyar kirî ji aliyê navendên PENên cuda cuda ve ketinber basê heya jibo Civata Giştî ya kongireyê bêne pêşkêş kirin. Di wê beşê de, PENa kurd pêşniyara daxuyaniyek li ser zextên dewleta Îranê li dijî ziman, nasname û nivîskarên kurd amade kiribû. Di pêşniyarê de, ku ji aliyê PENa San Miguel de Allende ve hatibû piştgirî kirin, siyaseta yekzimanî ya rêjîma Îslamî ya Îranê, ku zimanê farsî bi ser hemû gel û pêkhateyên Îranê de ferz dike tê rexne kirin û basa bi dehan nivîskar, rojnamevan û çalakvanên kurd tê kirin ku ji ber gotina raya xwe ya azad îro di girtîgehê Îranê de ne.

Rewşa mamosta ya xwebexş ya zimanê kurdî û endama komeleya Nûjîn, Zara Muhemedî ku ji 23.04.2019 ve ji ber çalakiyên xwe yên zimanevanî û mamostatiya zimanê kurdî hatiye girtinjî bi awayek berfireh kete rojeva PEN International. Mamosta Zara, tenê ji ber ku dixwest zarokên kurd fêrî zimanê wan yê zikmakî bike, ji aliyê rêjîma Îranê ve hatiye girtin û malbata wê ketiye bin çavdêrî û zextên rêjîmê. PENa kurd ji PEN International daxwaz kir ku bi awayek cidî rewşa mamosta ya kurd û nivîskar û çalakvanên kurd yên di girtîgehên Îranê de ne bişopîne û ji bo serbest berdana wan kar bike.

Pêşniyar biryara PENa kurd bi yekdengî ji aliyê Komîteya Wergêr û Zimanevanî ya PEN International ve hate pejirandin û wê weke pêşniyar biryar a komîteyê bikeve rojeva Civata Giştî.

Di beşa dawî ya xebatên roja yekê ya kongireyê de, raporterê taybete Neteweyên Yekbûyî di mijara Kêmîneyan de, Fernande de Varennes raporek dewlemend li ser mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî pêşkêş kir. Di raporê de qedexe kirina zimanê kêmîneyan weke tawan hate bi nav kirin, û giringiya xebata nû ya Neteweyên Yekbûyî di wê çarçoveyê de hate bas kirin.

Rapora roja 2 yê

85 mîn kongireya PEN International di roja duyê ya karê xwe de, bi xebata fermiye Civata Giştî destpê kir.Rûniştina yekê ya Civata Giştî taybet bû bi raporên kar û xebata komîteyên girêdayî PEN International û axaftinên hin navnedên PENên welatên cuda.Her wisan rapora darayî û rapora serokatiya konireyê jî hatin pêşkêşkirin, nirxandin û pejirandin.

Navenda PENa kurd di civîna Civata Giştî de, bal kişand ser rewşa Kurdistanê û bi taybet zextên dewleta Tirk li ser netewa kurd û hemû nirx û pîvanên neteweyî li Kurdistanê. Di wê çarçoveyê de, êrişa polîsê tirk bo ser navenda PENa kurd li Amedê ku sala 2016 pêk hatibû, weke mînaka dijminkariya kûr û kor a dewleta tirk bi kurdan re hate bi nav kirin. Di wê êrişê de pirtûk, arşîv, wêne û nîgar, peyker û hemû tiştên ku di nava bîroya PENa kurd de bûn hatin şikandin, şewitandin, talan kirin û dizîn.

Civata Giştî ya PEN International her wisan ji hewlên PENa kurd ji bo dubare vekirina bîroya xwe ya Amedê hate agahdar kirin. Lê ew xebata PENê ji ber zext û zora dewletê û berdewamiya qedexeyan hê bê encam maye. Ji wê bi der, nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên kurd di bin çavdêrî û kontrola berdewam de ne, û her roj yek ji wan bi sûçên ku encam nedane tên girtin û ceza dan.

Di beşek din a axaftina xwe de, nûnerê PENa kurd basa konferans û xebatên PENa kurd li hember îdeolojiya tundajo ya DAIŞ û rêkxistinên hevbîre DAIŞê kir. Axaftin bi wan gotinan bi dawî hat: Nivîskar û rojnamevanên kurd, di gel zext û zora dewletên dijberî kurdan, bi taybet Turkiye ya li bin destê Erdogan, xebatek berfireh û bê westan li hember tundajoiyê, DAIŞ û Îslama siyasî pêşve dibin. Di wê xebatê de nivîskar û rojnamevanên kurd li benda piştgiriya navneteweyî û ya PEN International in.

Piştî axaftina nûnerê PENa kurd, Carles Torner birêvebirê giştî yê PEN International, ji bo piştgiriya PENa me axaftinek kurt pêşkêş kir. Carles di axaftina xwe de, piştgiriya PEN International û hemû navendên endam ji bo PENa kurd di dema êrişa dewleta tirk de bi bîr xist û got: Hemû malbata rewşenbîriya cîhanê dizane ku gelê kurd bi zordariyek çawan re rûbirû ye. Wî dubare piştgiriya xwe ji gelê kurd re da xuya kirin.

Di beşek din ya xebta Civata Giştî de seroka PEN International, xatûn Jennifer Clemet axaftinek kir û di axaftina xwe de bi taybet bal kişande ser rewşa gelê kurd. Jenniferê romana nivîskarê kurd Bêhrûz Boçanî bi nave; “Bê heval, tenê çiya nebin” ku li grava Manus a Australia nivîsandiye weke mînak anî û ji kongireyê re got: Weke hûn dizanin kurd dibêjin tenê çiya hevalên me ne. Ew tê wateya ku baweriya wan bi çiyayên wan tê, ji ber ku cîhanê ew ji bîr kirine.

Rapora roja 3 yê

Roja sê ya xebata PEN International taybet bû bi nirxandina pêşniyar biryarên ku ji aliyê PENên endam ve hatibûn amade kirin û di komîteyên PEN International de hatibûn pejirandin. Ji koma giştî ya pêşniyaran, 9 ji wan weke biryarên PEN International hatin pejirandin ku yek ji wan pêşniyara PENa kurd bû. Pêşniyar biryar ku di derbarê rewşa zimanê kurdî û zextên rêjîma Îranê li ser nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan û mamostayên kurdhatibû amade kirin, bi tevaya dengan hate pejirandin.

Di biryara PEN International de, piştî basek kurt li ser siyaseta tekzimanî ya rêjîma Îranê, girtina mamostaya xwebexş a zimanê kurdî Zara Muhemedî tê şermezar kirin û ji rêjîma Îranê tê xwestin ku di demek zû de mamostaya kurd serbest berde. Xala dawî ya biryarê, pêwîstiya danîna çarçoveyek destûrî ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî tîne ziman û ji rêjîma Îranê dixwaze ku yasayek taybet ji bo statuya ziman û perwerdeya kurdî amade bike. Divê bê gotin ku ew xal di civîna Civata Giştî de ji pêşniyar biryara PENa kurd hate zêde kirin.

Di beşa dawî ya kombûna Civata Giştî ya kongirê de, kar û xebatên hin nivîskarên ku di girtîgehên rêjîmên diktator de girtî ne kete rojevê. Di wê beşê de jî, birêveberiya PEN International bi awayek berfireh bal kişande ser rewşa siyasetvanê bi nav û denge kurd, Selahedîn (Selahettin) Demîrtaş û nivîskar Nedim Tüfent û girtin û ragirtina wan di girtîgehê de şermezar kir.

Di gel xebata nûneritiya fermî ya PENa kurd, endamê birêveberiya PEN International Burhan Sönmez, ku di heman demê de endamê PENa kurd, PENa ingilîs û PENa Turkiyê ye jî di hemû axatinên xwe de, bal kişande ser rewşa nivîskar û rojnamevanên kurd li bakûrê Kurdistan û Tirkiyê.

Civata Giştî ya kongireyê saet 18:00 bi dema Manîla xebata xwe bi dawî anî.Biryare ku 85 mîn kongireya PEN International roja pêncşem 3ê meha 10 bi ziyafetek fermî bi dawî bê.

Bi hêviya serketinê

Abdullah Hicab

Manîla 02.10.2019

Comments

comments

Bersiv bd: