Li Enqerê bi şev li Amedê bi roj û bi şev

0
1276
Rewşa Awarte ne li hemû bajarên Tirkiyê wekhav dihê tetbîqkirin; tetbîqkirina wê li Kurdistanê cûda ye!

Walîyetîya Enqerê ya paytaxa Tirkiyê daxuyanî belav kirîye û gotîye; “li wilayeta wan piştî ku roj here ava êgir vêxsitin, çalakî li dar xistin û bi dengê bilind xelkê rehetsiz kirin, stran û marş strandin û slogan avêtin, civîn û dayina daxuyanîyê pressê bi çi sebebî dibe bile bibe li gor xala  17 a 2911 a Civîn, Meş û Xwepêşandan û li gor xala 11 a Qanûna 2935 a Rewşa Awarte li wilayata wan hatîne qedexekirin yên ku li gor vê tevnegere dê di derheqê wan de miameleyê cezayî bihê kirin.”

Li Amedê û bajarên din yên bakurê Kurdistanê ne tenê bi şev bi roj jî  li meydanan stand vekirin, çadir danîn, daxuyanîyên çapemenî, çalakîyên rûniştinê, xwepêşandin û bi her hawî civîn û meş hatine qedexekirin. Ji xwe bi şev li bajarên Kurdistanê ji tirsa polis û leşkeran kes newire derkeve derve!

Carek din derket ortê ku Rewşa Awarte ne li hemû bajarên Tirkiyê wekhav dihê tetbîqkirin; tetbîqkirina wê li Kurdistanê hin “bê hiqûq û bê edalet”e!

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.