Nerîtên stran û muzîka lorên Rojhilatê Kurdistanê

0
1109

Ezîz Ehmed 

Li Rohilatê Kurdistanê muzîka kurdî ji bajarekî heta bajarekê din ji hev cud ye; bitaybet muzîka bajarên Loristanê, ku zêdetir alavên wekî tembûr û kemançe bikar dihînin. Awayê helbestên stranên wan jî ji bajarên wekî sine, Urmiye û mehabadê cudatir e.

Kevntirîn şûnwar ji alîyê stran û govendên kurdî li Loristanê peyda bûne. Li gor vekolînên şûnwarnasî li herêma Loristana rojhilatê Kurdistanê dîmenên govenda kurdî liser çîyayekî hatîye peyda kirin û dîroka wê vedigere 4 hezar salan berî zanyînê. Herwiha dîmenên amûrê tembûrê liser amanekê zîvîn hatîye dîtin, ku dîroka wê vedigere serdema sasanîyan.

Stranên herî navdar yên lorî pêk hatîne ji strana Qedemxêr, Rengîne, Kewştela, Pêlawzêrîn, Senemgul û Halû Genimxir e.

Muzîk û stranên evîndarî

Ev stan ji bo gihîştin û ji destdana yar û hezkirîyan dihêne stran û stranên navdar jî bi vî awayî ne; Hey Lo, Bîna Bîna, Kêwdar, Şîrîn û Xusrew û Mîrûne.

Stranên cengawerî

Ev cûre stran ji bo meht û çîroka jêhatîbûna cengawerên nav êl û tayfeyên lor wekî strana Cenge Loro û Daye Daye Wextê Ceng e.

Armanc ji gotina stanên cengawerî di nav loran de teşwîqkirin û moralbexşîna eşîretan, jibo beşdarîkirin di nav meydanên şer de, herwiha, ji bo bîranîna kesayetîyên cengawer yên lor bûye, û bi du awayên bê awaz, wekî meqamên SeherîNeqare û Şare Ra û bi awaz jî wekî Daye Daye ye. 

Lorînên yan stranên şînê yên loran

Ev cure stran ji qedîm heta niha di merasimên şîn û serxweşîyan de dihêne lorandin û bi du awayên bê awaz û bi awaz dihêne pêşkeş kirin; yên bêawaz wekî Çemerî, Seherî û Paktelî ne û yên bi awaz jî, wekî Rara Şîrazî, Rara Pêşko û Dingdal e. 

Stranên werzî

Armanc ji stranên werzî yan demsalî, ew stran in ku di dema koçerîyê û di demsalên salê de dihêne stran û pêk dihên ji strana Berze Kuhî, Koçbar û Milejêrî. 

Li gorî gelê lor her werzekî muzîk û straneka taybet bi xwe heye, di werzê biharê û di dema vegera êlan ji zozanan jî, govend, stran û dîlanên taybet yên gelê lor heye. 

Stran bo kar û pîşeyan 

Ev cure stran, bo teşvîqkirina zilam û jinên lor e, ku di dema kar kirinê de dihêne stran û bi awayên koro û solo dihêne performe kirin, wekî Gul Drow û di dema dirûtin û çandinê de strana Hole û herwiha çendîn stranên din jî heye ku di dema xermankutan, şîrdotin û meşkkiyanê de dihêne pêşkêş kirin.

Stranên komedî û rexnegirtinê

Ev cûre stran wekî ruswakirin û şermezarkirina kes yan jî cîyekî dihête bi kar anîn wekî Henbat û Kasimsa.

 

Stranên olî û irfanî

Ev cûre stan, alîyê wan yê mîstîk heye û pêk hatîye ji stranên wekî Serayê Xamûşan û 12 Kelamên Yarî. Di dema gotina van kelaman de, gelê yarsan amûrê tembûrê bi kar dihînin ku wekî amûrekê pîroz yê kurdan dihête nasîn.

 Bas NEWS

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.