Gotûbêja Ajansa Kurdpa digel Teymûr Elyasî, nûnerê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv

0
1218

Gotûbêja Ajansa Kurdpa digel Teymûr Elyasî, nûnerê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê-JinêvAjansa Kurdpa: Ajansa Kurdpa derheq rewşa mafên mirovan li Kurdistan û Îranê, gotûbêjek digel Teymûr Elyasî nûnerê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv pêk aniye. Deqa vê gotûbêjê bi vî awayî ye:

Kurdpa: Hûn dikarin bas ji vê civînê bikin ku di van rojan de, li hola UN’ê de, derheq binpêkirina mafên mirovan di Îranê de, wê bi rê ve here?

Teymûr Elyasî: Em wekî nûnerê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv, em hatine Amerîkayê, bona vê ku beşdariyê bikin dikombûnên komîteya sêyemîn ya UN’ê di New Yorkê de. Herwisa em dixwazin ku hevdîtinê pêk bînin digel berpirsyarên Wezareta Karê Derve a Amerîkayê li Waşingtonê, bi armanca behs û gengeşekirina li ser pirsa mafên mirovan li Kurdistan û Îranê. Roja Çarşemiyê 28.10.2015’an Ehmed Şehîd rapora xwe ya salane wê bide Civata Giştî a UN’ê.

Kurdpa: Anîna ber base ya van binpêkariyên Komara Îslamiya Îranê ji aliyê çi welat û rêkxistinekê ve bûye, û biryarname çi tê de heye?

Teymûr Elyasî: Welatê Kanada sponseriya biryarnameyekê dike li ser mafên mirovan li Îranê, ku piştî sê hefteyên bê, wê radestî Civata Giştî ya UN’ê bê kirin. Naweroka biryarnameyê hêla nehatiye eşkerekirin, lê bi giştî basa cezaya bidarvekirinê, serkutkiirn û siyaseta ferq û cudahîdanîn li dijî netewe û olên cuda cuda li Îranê û herwisaq bas ji girtin, û îşkenceya li dijî tekoşeran û neyarên siyasî dike.

Kurdpa: Gelo di vê civînê de, bas ji neteweyên Îranê bi giştî û Kurd bi taybetî tê kirin, Rêkxistinên berevankarê mafê neteweyan li Îranê kîjan in?

Teymûr Elyasî: Belê di biryarnameyê de bas ji neteweyan û kêmaniyên etnîkî tê kirin. Di rapora roja Çarşemiyê ya Ehmed Şehîd de, bas ji mafê xwendina bi zimanê Kurdî, û herwisa bas ji bûyera Mehabadê wê bê kirin. Pirsa kolberan (barberan) jî paş xistine bo rapora meha Adara 2016’an, li Civata Mafên Mirovan li Jinêvê, û Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê-Jinêv, wekî tenê aliyê Kurdistanî, wê beşdarî civînên di New Yorkê de bibe.

Kurdpa: Hûn wekî nûnerê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistana Îranê, we çi pirogram û boçûnek heye?

Teymûr Elyasî: Me di tewahiya civînan de, di gel UN’ê li New Yorkê û herwisa nûnertiya hertimî ya welatan, û herwisa berpirsyarên Amerîkayî me kar kiriye bo vê ku pirsa neteweyan û bi taybetî pirsa Kurd bibe beşek ji raporan.

Kurdpa: Gelo we jêve ye ku di vê rewşê de, ku piştî lihevkirina etomî ya Îranê û Rojava pêk hatiye, pirsa mafên mirovan li Komara Îslamiya Îranê de bigihîje armanca xwe, û vê dewletê neçarî bersivdayînê bike?

Teymûr Elyasî: Çareseriya pirsa navikî ya Îranê digel Rojava, dikare wekî derfetekê bê dîtin bo tekoşerên mafên mirovan. Pêştir bas ji kirîza hesteyî ya Îran, %85 ji medyayan bi xwe ve mijûl kiribû, lê niha tê kirin ku pirsa mafên mirovan û mefên gelan bê bilindkirin.

Herçend ku naxwzim vê rastiyê veşêrim ku welatên Rojavayî di pêwendiyên xwe de digel Îranê, hertim pirsa aborî xistinepêş pirsa mafên mirovan û em jîhatine vir, bona vê ku wan pê bihesînin ku pirsa mafên mirovan xiraptir bûye, û nabe ku ew pirs bibe qurbaniyê qazancên aborî û siyasî.

Kurdpa: Gelo hûn agehdarî serjimêriya girtiyên siyasî yên ser bi neteweyên Îranê ne?

Teymûr Elyasî: Nêzî 1034 girtiyên siyas-îdeolojî yên ser bi neteweyên akincî di Îranê de, di nav girtîgehên Komara Îslamiya Îranê de ne ku ji vê rêjeyê 473 kes Kurd in.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.