Rojî kurd: Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê belavkiriye ku, îro 23 Eylûlê, li Selaheddîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Erebîstana Siûdiyê li Hewlêrê Abdulmun’im Bin Abdulrehman Mehmud kir.
Di hevdîtinê de Konsolê Giştî yê Erebîstana Siûdiyê pesnê rola Mesûd Barzanî kir û li parastina pêkvejiyan û aramiya Iraq û Kurdistanê bilind nirxand û sedema serdana şandên dîplomasiyan li cem Mesûd Barzanî bi belgeyek ya rola Mesûd Barzanî li aramî û çareserkirina kêşeyan û şerê terorê da zanîn.
Her di vê hevdîtinê de wan behsa gefên terorê û amadekariyên ji bo azadkirina Mûsil û qonaxa piştî DAIŞ’ê kirin..