Çima em nikarin bibin yek???

0
740

Weşandin û Amadekirina : Amin Khawalah

Nevisin : Bûbê Eser

 

Niha bêtir hat zanîn ku em weke kurd heta niha çima bi serneketine.

Di dema eşîretan de herkesên xwedê hêz, qawet, mal û milk eşîreta xwe danî û tu eşîr an kesên din di serxwe de qebûl nekir.

Di dema partî û rêxistiniyê de, çend kesên zana li gor xwe hin peyde kirin, navek li xwe kir û xwe kir partî. Lê wan jî tu partî û rêxistinên din di serxwe re nedît.

Dema paltak derket, bêtirên kurdan hema bêjin herkesî ji xwe re Paltakek vekir û bû rêvebir û serokê xwe, wan jî tu kesaên din di serxwe re nedîtin.

Niha jî li gor îmkanên internetê û facebookê herkes bi navekî televizyonekê vedike û ji bilê xwe tu yên din qebûl nake ku bi hevre kar bikin.

Misilmanên kurd dixwazin bi rêya îslamê Kurdistanê ragihînin. Sosyalîst, lîberal ûhwd jî dixwazin ew li gor baweriyên xwe kurdistanê ragihînin.

Yanî hê li ortê tu kurdistaneke azad û serbixwe tuneyek, yên me ji bona tiştekî tune şerê hev dikin.

Nikarin bêne ba hev ji bona dewleteke Kurd û Kurdistanê ragihînin qawetên xwe bikin yek. Piştî ragihandina kurdistaneke serbixwe jî û di  hilbijartineke demokratîk de kê ew mafê rêbertiyê heq kiribe, bila ew Kurdistana serbixwe îdare bike û bi rêve bibe.

Lê em kurd ji rona Kurdistan hatiye dagirkirin û heta niha, bê ku em kurdistana xwe ragihînin, şerê hev dikin ku divê kurdistan bi kîjan olê, li ser kîjan îdeolojî, li gor kîjan baweriyê bête damezranin.

Loma ev perçebûn, belavbûn, ji hev dûrketin nahêle ku em kurd bibin yek û bi saya vê yekîtiyê welatê xwe ji bin nîrê dagirkeran azad bikin.

Em weke kurd bê ku bizanibin, em ê bi kîjan rê û olaxê kurdistana xwe ragihînin. Em ji bîr dikin ku heta kurdistana azad û serbixwe neyê ragihandinê em ji niha de nikarin l iser  asasê rêvebiriya wê bi hev kevin.

Asasê mesela me û ne azadkirina kurdistanê xalek jî jê ev e. Ji ber em nikarin tehamula hev bikin. Ji ber ku em li hember rexnên hev tund in. Ji ber ku em nikarin û naxwazin rexnên hev qebûl bikin.

Lê heta ku em weke kurd bi her awayî hevdu qebûl nekin, em ji bona kurdistaneke serbixwe bi hevre kar nekin, em ê hemî bi hevre wenda bikin. Wê gavê ne misilmanên me, ne sosyalîstên me û ne jî yên din wê bikaribin bi azad fikra xwe bêjin û li gor wê rêxistina xwe damezrînin.

Ha divê em çi bikin da ku em bikaribin van nakokiyan ji nava xwe rakin. Rakirina wê rehet e. Lê kamilbûna însanên me zehmet e. Ji ber ku bi gelemperî me kurdan, ola xwe, fikra xwe, îdeolojiya xwe di ser kurdistanê re girtiye.

Divê em çi bikin???

Berî her tiştê divê em weke kurd û ewladê vî miletê hatiye dagirkirin, hevdu qebûl bikin. Kî/ê li ser kîjan olê be, kî/ê bi kîjan îdeolojiyê bawer bin, divê em tehamula hev bikin û bizanibin ku vana hemî dewlemendiya gelê me ne.

Kurdistan pir olî û pir rengîn e. Lewra jî heta em li gor vê hevdu qebûl nekin, tehamula hevdu nekin, em ê nikaribin tu Kurdistanan ava bikin. Loma divê em bi sebir û bi înat ji bona azadiya xwe, azadiya gelê xwe, azadiya miletê xwe bi hevre kar bikin.

Divê em olan, îdeolojiyan nekin asteng li pêşiya azadiya gelê xwe. Piştî azadkirina gel, kî li ser çi be, ew ê wê bi zimanê xwe li ser erda xwe, bi awayekî azad bêjin.

Ji bona vê jî divê em bi hevre meseleyên olî munaqeşe nekin, li ser îdeolojiyan bi  hev nekevin. Piştî azadî û serxwebûna kurdistanê vana hemî têna çareserkirin.

Divê em vê jî ji bîr nekin ku destên dagirkerên me yên bi xwîna gelê me, tim di nava me de ye. Ji bona ku em nebin yek, an di bin sîwaneke neteweyî bi hevre kar nekin, çi ji wan tê wê dikin.

Munaqeşeyên olî, îdeoljî me ji hev belav dike. Divê tenê heta azadiya kurdistanê olek me û îdeolojîkeke me hebe, ew jî kurdistaneke serbixwe ye.

Hêvîdarim ku êdî em kurd li ser van dilê hevdu nehêlin û ji hev dûr nekevin. Pêwîste ku em niha ji her demê bêtir hevdu qebûl bikin û nêzikayê li hev du bikin.

Bûbê Eser 29-May-2020

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.