Texas: Li dêrê nîvê cemaetê hat kuştin

0
1059
Di dema ayînê de li dêrê 50 kes hebûne

Rojikurd:Di 5ê Mijdarê saet di 11:00ê de li navçeya Sutherland Springs ya li eyaleta Texas a Amerîkayê di dêrêkê de di dema ayinê de cemaet hatîye gulebarankirin; 26 kes hatine kuştin û 24 kes jî birîndar bûne.  Di nava kuştîyan de zarokek 5 salî jî hebûye. Keşe û jina xwe ne li dêrê bûne lê keça wan ya 14 salî li dêrê hatîye kuştin.

Di dema ayînê de li dêrê 50 kes hebûne ku tevayîya niştecîyên herêma Sutherland Springs ya Texasê 700 kes in.

Li gorî şahîdekî bûyerê kujêr di dema ayinê de ketîye hundirê dêrê û cemaetê gulebaran kirîye û sê caran jarjûra xwe guhartîye. Li gorî medyaya amerîkîyî kujer Devin Kelleyê 26 salî ye, yekî nexweşê derûnî e û piştî bûyerê di trimbêla xwe de xwe kuştîye ya jî hatîye kuştin.

Serokê Amerîkayê Trump li Japonyayê daxûyanî daye û gotîye; bûyer encama nexweşîyeka derûnî ye ku li Amerîkayê heye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.