Heşda Şeibî li Kerkûkê dest bi girtina xortên Kurdan kiriye

0
1011

Li gorî çend jêderan li Kerkûkê, îro çekdarên Heşda Şeibî dest bi lêgerîn û pişkinînê di nav malên Kurdan de kirin û hejmarek xortên Kurd û Erebên Sunne desteser kirin

Çekdarên milîsên Heşda Şeibî li nav bajarê Kerkûkê dest bi girtina xortên Kurd û erebên sunne kirine û malên Kurdan pişkinîn dikin, her mala ku kes têde nebe deriyên wê dişkînin.

Li gorî çend jêderan li Kerkûkê, îro çekdarên Heşda Şeibî dest bi lêgerîn û pişkinînê di nav malên Kurdan de kirin û hejmarek xortên Kurd û Erebên Sunne desteser kirin.

Piştî ku çekdarên Heşda Şeibî Kerkûk dagîr kirin, çendîn welatiyên Kurd û yên Erebên Sunne îşkence kirine û hejmarek efserên polis yên Erebên Sunne ji aliyê wan çekdaran ve hatine kuştin, duh jî du teqîn li pêşya baregehên Heşda Şeibî li Kerkûkê çêbûn û nêzîkî 20 kesan hatin kuştin û birînkirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.