Bazên Zagrosê çalakiyeke çekdarî bi rê ve birin

0
1125

Li gora rapora Teyrebazên Zagrosê, êrîşa li ser binkeya kirêgirtiyên rejîma Îranê, demeke dirêj dom kir, û piştî êrîşê “Teyrebazên Zagros”ê bi bê tu xesarekê, cihê bûyerê bi cî hêştin.

“Bazên Zagros”ê di bajarê Şinoyê de, di emeliyatekê de, binkeyeke kirêgirtiyên rejîma Îranê hiloşandin.

Malpera “Bazên Zagros”ê, di raporekê de belav kirine, ku şeva Çarşemî demjimêr 11`ê şevê binkeyeke kirêgirtiyên rejîma Îslamî a Îranê, di gundê Şêxan a girêdayî bajarê Şinoyê de kete ber êrîşa Teyrebazên Zagrosê.

Li gora rapora Teyrebazên Zagrosê, êrîşa li ser binkeya kirêgirtiyên rejîma Îranê, demeke dirêj dom kir, û piştî êrîşê “Teyrebazên Zagros”ê bi bê tu xesarekê, cihê bûyerê bi cî hêştin.

Herwiha li gora vê rapora malpera Teyrebazên Zagrosê, du Ambolansên dijmin ji şefeqê ve, di navbera bajarê Şino û gundê Şêxan de, hatûçûn kirine.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.