Dezgeha Dadweriya Îranê, bêhurmetî bi hemwelatiyên Kurd dike

0
918

Sê hevwelatiyên li bajarê Dêhloran a ser bi parêzgeha Îlamê, ji aliyê Dezgeha Dadweriya vî bajarî ve bi hêceta vê ku, ew “erazil û obaş” bûne, mesîne kirne stûyê wan de.

Roja Çarşemiyê 23`ê Xakelêweyê, sê hevwelatiyên Kurd li bajarê Dêhloranê, mesîne xistin stûyê wan de, û ew di nava xelkê de gerandin.

Nûçegihaniya Mêhr a Îlamê, ji zarê hêzên Întizamî ve belav kir, ku ew biryar, biryara serdozgeriya bajarê Dêhloranê bûye.

Ew sê hemwelatî bi tohmeta pêkanîna tevdanîkariyan, rehîngirtinê, û qemekêşanê, ew hukm, bi ser wan de hatiye sepandin.

Herwisa malpera Sêrat jî, ji zarê Necefî serdozgerê giştî û Înqilab a bajarê Dêhloranê ve, armanca ji vê yekê, hişdarîdana bi wan kesan bi nav kir, ku mijûlî şikandina normên civakê, û destdirêjiya bi zorî û bêhurmetiya bi namûsa xelkê ne.

Pêştir jî di bajarê Merîwanê de, dadageha vî bajarî bi zorî cilûbergên jinane kiribûn ber hevwelatiyekî xelkê vî bajarî, û ew di nava xelkê de gerandibûn.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.