Serpehatiya keça Şingalî bi navê ‘Keça dawî’ dibe pirtûk

0
1037

Aktivîsta kurda êzidî ya ku ji destê DAIŞê rizgar bûbû, Nadiya Murad dê pirtûkeke bi navê “Keça Dawî” derxîne ku tê de dê çîroka wê di bin destê DAIŞê de vebêje.

Mûradê li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand ku pirtûka wê ya bi navê “Last Girl” (Keça dawî) dê di dawiya meha tebaxê de bi gelek zimanan ji aliyê Tim Duggan Booksê ve were derxistin.

Li gorî daxuyaniya aktivîsta kurd, dahatên vê pirtûkê dê ji bo karên xêxwaziyê bên bikaranîn û du armancên wê hene ku wiha hatine rêz kirin: “Yekem; berdewamkirina helmeta ku min berî du salan dabû destpêkirin daku endamên DAIŞê ji aliyê qanûnî ve werin sizakirin û haya dinyayê ji tawanên DAIŞê çêkin. Dudo; pêşkêşkirina alîkariya mirovî, perwerdehî û derûnnasî bo jinên rizgarbûyî û qurbanên qirkirin, bazirganiya mirovan û herwiha qurbanên herêmên şerî”.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.