‘McCain berî Erdogan re hevdîtin bike serdana Kobanê kir!’

0
846

Rojnameya The Wall Street Journal di nûçeyeke xwe de got ku Senatorê Komarîparêz John McCain serdaneke bi dizî li bakurê Sûriyê bajarê Kobaniyê kiriye. Rojnameyê ev îdiaya xwe spart rayedarên Amerîkî.

Li gor îdiaya rojnameyê senator John McCain hefteya borî serdana li bakurê Sûriyê serdana bajarê Kobaniyê kiriye û li wir bi rayedarên leşkerî yên Amerîkî, grubên Kurdan re li ser operasyona Reqqayê hevdîtin pêk anîne.

Li gor nûçeya ku rojname dispêre rayedarên Amerîkî, ev serdana nepêşbînîkirî bi alîkariya artêşa Amerîkayê û li demeke ku tîma Trump amadekariyê ji bo stratejiya nû ya paqijkirina DAIŞê dike de pêk hatiye.

Hat ragihandin ku McCain piştî serdana Kobaniyê derbasî Tirkiyê bûye û bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kiriye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.