Xameneyî spasiya Trump kir u Rohanî bersiva Trump dide

0
671

Trum bi encamdana karên xwe rûyê rastîn yê Amrîkayê nîşan da

Serokê rijimê Îranê eşkere kir ku Serokê Amerîkayê bi rêya wan karên ku li helmeta helbijardibê û piştî hatina ser desthelatê encam dane rûyê rast yê Amrîkayê nîşan da û ji ber vê yekê spasiya wî kir.

Lı gor nûçeya ku li rûpela Serokê rijimê Îranê, Elî Xameneyî belav bûye ku Xameneyî hevdîtinek li gel fermandeyên hêza esmaniyê welatê xwe de kiriye û li derhqê gefên Donald Trumpê li ser Îranê qise kiriye.

Xameneyî got ku:”Em spasiya Trump dikin ku wî di heyama propagendaya hilbijartinê û piştî destbikar bûnê jî bi rêka karên ku encam dan rastiya gotinên me derheqê nirxên siyasî, aborî û civkiyên Amerîkayê îspatkirin.”

Serokê rijimê Îranê amaje bi biryarên Trump derheqê qedexeya geştkirina welatiyên heft welatan ji bo Amerîkayê got ku zaroka temen 5 salî li gel malbata wê de girtin û ragehand ku:”Destbendkirina zaroka temen 5 salî rûyê rastin yê mafên mirovan di Amerîkayê de nîşan dide.”

Herveha

Serokomarê Îranê Hesen Rohanî bersiva Serokê Amerîkayê Donalid Trump da û ragehand ku, rêkeftina Atomî ya ku, di navbera wan û welatên zilhêz de hatibû imzekirin bo hemûyan destkefteke û di berjewendiya her du aliyan de ye.

Di goterekê de Serokomarê Îranê Hesen Rohanî û Televizyona fermî ya wî welatî bi awayeke zindî wşandibû, tê de bersiva Serokê Amerîkayê Donalid Trump da û wiha got: “Rêkeftina Atomî ya ku, di navbera wan û welatên zilhêz(5+1) hatibû imzekirin di berjewendiya hemû aliyan de ne.”

Rohanî da zanîn ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump rêkeftinê dixwîne, aşkere kir ku, hemû alî dikarin sûdê ji wê rêkeftinê werbigrin, herwiha bibe bingehek bo danûstandinên din bo aştî û aramiya navçeyê.

Rêkeftina Atomî di sala 2015ê de di navbera Îran û welatên ji zilhêz(5+1) de hatibû imzekirin, li gor wê rêkeftinê divê Îran dev ji bernameya xwe Atomî berde di beramber de sizayên aborî yên li ser Îranê ji aliyê wan welatan ve werin rakirin.

Tê zanîn ku, berî niha Serokê Amerîkayê ragehandibû ku, ew rêkeftin atomî di ya navbera Îran û Welatên zilhêz xirapirîn rêkeftine di dîrokê de, herwiha tekez kiribû ku, ew li himebrî Îranê dê ne weke Obama nerim be.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.