Rojhelat:Li Seqizê keçeke 19 salî dawî bi jiyana xwe anî

0
763

Rojikurd:Di doma diyardeya xwekujiyê de, dîsan li bajarê Seqizê keçeke 19 salî dawî bi jiyana xwe anî. 

roja Çarşemiyê 8’ê Befranbarê, keçeke 19 salî bi navê (s.m) di taxa Salihabada Seqizê ji riya xwedarvekirinê ve dawî bi jiyana xwe anî.

Jj destpêka îsal ve heya niha aliyê kêm 16 xwekujî li şaristana Seqizê de rû dane.

Fermandarê Seqizê di vê derheqê de ragehandiye ku sedema wan xwekujiyan, tûşbûna bi madeyên hişber, bêkarî, girîngînedana malbatan bi wan, û serneketina di xwendinê de bûye.

Elîekber Wermeqanî fermandarê Seqizê ji civaknas û derûnnasan xwest, ku derheq sedema wan hemû xwekuiyan li Seqizê de lêkolînê bikin, û riyên kurtheyam, û dirêjheyam bibînin.

Ji aliyekî din ve, keçek bi navê Jîla Newîdî 26 salî bi sedema kêşeyên malbatî, dawî bi jiyana xwe anî. Navbirî ku ya gundê Girdwana Urmiyê ye, roja derbazbûyî dawî bi jiyana xwe anî.

Fermandarê Seqizê di demekê de pêşniyara lêkolînê di vê derheqê de dike, ku piraniya civaknas û derûnnasan, û çalakên siyasî ser vê bawweriyê ne, ku Komara Îslamiya Îranê sebebkarê sereke yê piraniya kêşeyan, bi taybetî kêşeyên civakî di Îranê de ye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.