Îranê piştî 8 salan destûra vekirina festîvala fîlmên kurdî li Sine da!

0
926

Hikûmeta Îranê piştî 8 salan razî bû ku li bajarê Sine yê Kurdistana Rojhilat, festîvala fîlmên kurdî were lidarxistin.

Çend rojên din li bajarê Sine yê Kurdistana Rojhilat, yekemîn festîvala fîlmên kurdî tê vekirin. Festîval dê 7 rojan bidome û navê wê jî festîvala navdewletî ya “SineDij” e.

Derheqê wê festîvalê de, berpirsê festîvalê û sînemakarê kurd Sitar Çemengulî ji medyaya Îranê re gotiye, festival dê roja 4 Çileya sala 2017 dest pê bike û 7 rojan bidome.

Sitar Çemengulî daye zanîn ku di wê festîvalê de gelek fîlmên kurdî û biyanî ji Herêma Kurdistanê, Îran û welatên cîhanê beşdar bibin.

Wî sînemakarê kurd eşkere kir ku wan 8 sal beriya niha daxwaza destûrê kiribûn, Wezareta Îrşada Îslamî ya Îranê îsal bersiva wan da û razî bû!

 

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.