Îranê gef li Hamasê xwarin!

0
941

Li paytexta Îranê Tehranê rayedarekê, ji Hamasê xwest ku tenê li Sûriyê na, di heman demê de hemû siyaseta Îranê ya li herêmê re divê rîayet bike. Eger na got, emê piştevaniyê li Tevgera Cîhada Îslamî bikin û diyar kir ên aliyên ku Filîstînê diparêzin emê wan parçe parçe bikin.

Endamê komîteya ewlehiya netewî û peyvendiyên derve Haşmetula Felahet Pîşe ji rojnameya reformxweziya qanun re hevpeyvînekê de diyar kir; ‘’Hamas divê ji siyaseta herêmê ya giştî de û li hember dagirkirina Sûriyê li gel Îranê tevbigere, eger na dê encamên sekneke berevajî yên madî jî pir giran bin bo wan ‘’

Herwaha piştevaniya Hamasê ya ji bo opozîsyona Sûriyê wek dijminayî pênase kir û gef li Hamasê kirin ku dê wan li Filîstînê tenê bihêlin û eger dest li wî helwêstê xwe bernedin, dê pişteviyê li Tevgera Cîhada îslamî bikin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.