Nivîskarê kurd Elîxanê Memê li Ermenistanê çû ber dilovaniya xiwe

0
840

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê Tayê kurdî, rojnameger û helbestvanê navdar ê kurd Elîxanê Memê jiyana xwe ji dest da. Memê herwiha di rojnameya Zagrosê de jî rêdaktorê sereke bû.

Elîxanê Memê li Nexweşxaneya Hanrapêtakanê ya li paytexta Ermenistanê di 68 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Elîxanê Memê di sala 1948an de li Ermenistanê ji dayik bûye.

Di sala 1973an de li Zanîngeha Yêrîvanê beşa rojnamegeriyê xwend û di gelek rojname û kovaran de xebitî.

Memê heta niha 8 pirtûkên helbest û destanan bi kurdî û ermenkî nivîsandiye. Herwiha pirtûkên dibistanan bi kurdî ji bo zarokên kurd amade kiriye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.