Kirmaşan

0
1014
????????????????????????????
27016
      Elî Kelhor

Bê berçavgirtina vê xalê li ser binavkirina Kirmaşanê wek bajarekî Farisan, behsek siyasî yan şaşîtiyek dîrokî ye. Em aliyên bandora wê pirsê a ser jiyan û civakê raçavdikin. Bernameyên li navenda Deng û Rengê Kirmaşan û bajarên mezin ên Îranê hatinî tomarkirin, asîmîlekirina rûniştvanên devera Kirmaşanê ji aliyê hikûmetê ve, ji herkesî re wek rojek ron diyar e.

Bo sabitkirina wê yekê ku Kirmaşan bajarekî resen ê Kurdî ye, îşare kirin bi çand xalan balkêş e:

-lêkolîner ser wê baweriyêne, Kirmaşan li 3`ê watebêjeyên “Kara- May û Siyan” pêkhatiye ku bi ser hev tê wateya mekanekî qudsî yê gelê Mad.(Ketîbeya Bîsitûn)

Kara ango Artêş, May “mada” yanî(Mad ) û Siyan jî yanî mekanekî muqesdes ku ew 3`ê peyv bi ser hev yanî mekanekî qudsî yê deweleta Mad. Ew nav(Kirmaşan) di domdirêjiya dîrokê de, bi awayên cihê reng yên mîna “Qrmîsîn, Qirmasîn, Qirmaşîn, Kirmaşîn, Kirmîşan û kirmaşan hatiye pênasekirin” sedemên jor sabit dikin ku Kirmaşan bi nivişteyên ser ketîbeya bîston, şûnwarê Madiyan (Kurdên îro) bûye.

Sebeba 2`em erdnîgarî û mekanê bicih bûna Kirmaşanê ye ku nîşan dide ew bajarekî Kurdan ê resen e.

Bo mînak; herwek em dizanin,Hemedan bi sedema cîranbûn ligel Qezwîn û Zencan a Azerîakincî, çand û zimanê wê parêzgehê ketiye bin bandora wan du parêzgehan. lê Kirmaşan ji herçarhêlan ve, cîranê Kurdan e; li bakûrê Kirmaşanê Sine, rojhilatê wê Hemedan û Loristam , Baûşr Îlam û Rojavayê wî bajarî jî Herêma Kurdistanê bi cih bûye.

Niha ligel wesifandina erdnîgarî û wateya peyva kirmaşanê, gelo kê dikare bersiva wê pirsê bide; hekî em koka bajarê Kirmaşanê Farsî bidin zanîn, çava di wê herêma erdnîgarî de bi cih bûye? Ango di çarhêlan we ji warê aborî, çandî, dîrokî ji aliyê Kurand ve hatibe dorpêçkirin ku heta gundekî farisan ji li wan deveran de nebe. Bi rastî çi delîl û burhanek dest medaye, da em bikaribin sabitbikin Kirmaşan bajarê Farisan bûye? Muheqeq çi bo vê yekê nehatiye dîtin.Tenê di bersivê de em dikarin bêjin yan ew netewe di domdirêjiya dîrokê de hertim
koçber bûye, yan jî, ji esman ketiye û li wê deverê bi cih bûye?!”

Xala 3`em di warê dîrokî de:

Hejmarek bi alîkariya hin sedeman ku Kirmaşan peytexta Sasaniyan bûye bi Farisan nisbet didin. Bi aşkere em dikarin bêjin gelek beriya Sasaniyan ew bajar paytextê Mad (dewleta Kurdan) bûye.

4 hezar sal beriya zayînê (mîlada Mesîh) Kirmaşan wek mezintirîn navendên ticarî û bazeganiyê bûye; bazerganên Kurd ên wê deverê ligel “Şûş” û “Miyanrûd”an, alvêr û danûstandin kirin e. Bazarên kevnar ên “Gudîn Kengawer” û “Çixa Gawane” li Îslamabada Kirmaşanê, wek kevneşopiyek li ser wî dewranî bi cih mane.

Di çerxeya 3`em a koçî Kirmaşan bin desthilata Sefariyan de bû. Li sedsala 4`em, “Hesenuye” wek wîlayetek biçûk a Kurdan li rojavayê Kirmaşanê, birêveberiya xweser ragihandibû û nîzî 50 salan hikûmet girtibû dest. Meqer û bingeha sereke ya wê birêveberiya xweser jî kela mezin a “Sirmanc” bûye.

Di sedsala 7`em a koçî , Kirmaşn wek deverên Xurasan û beşên din ên Îranê, ji aliyê Mixûlan ve kevte ber êrîşan û wêran bû. Helakûxan wêraniyên gelek mezin pêkanîn. Kuştin, şewitandin talan kirin û şelandin ji berhemên wê wêranî û kambaxiyê tên hejmartin. Lê bi wan hemû zextên li ser kirmaşanê ,berovajî desthilata hakimên zalim, li devreya Îlxanan a (bi rêveberiya Ebûseîd) Kirmaşan berçavan re derbasbû; bi qasî serê derziyekî be jî ew cih war nehat bîr kirin.

Berhema hikûmeta Îlxanan bo Kirmaşanê, çêkirina bajarê Sultaniye (Çamçemal) nêzî Bîsitûnê bû.Di wî zemanî de Kirmaşan wek yek ji 16 eyaletên Kurdistanê dihat hesibandin (pirtûka hemdulah Mustofî)
Li sedsalên 9 û 10 ê koçî, tirkên Osmanî êrîşî Kirmaşanê kirin. Di wê serdemê de Hersîn û Mahîdeşt xwedî hikûmet bûne, lê navek ji Kirmaşanê nehatiye birin.

Zemanê Sefewiyan Kirmaşan pirbi başî berçavan re bihorî. Di dema desthilata Tehmasob ê yekem hikûmet bi navê Kelhor û di serdemê şah Sefî jî Hikûmeta Senqur û Kelhor hat avakirin (navên Zengene bi wan re hat tomarkirin.) rastiya gotinê hekî berçavbêgirtin, ji wî zemanî şûnde nûjenkirina Kirmaşanê destpêdike.

Di dawiyê de hikûmeta Riza Pehelewî, bo guhertina zimanê xelkê Kirmaşanê (helandin û înkarkirina wan), xelkên wê parêzgehê û deverên wê neçar dikirin bi farsî biaxivin û binivîsin.wan bi wî planê û teza serdestiya zimanê farsî, ew ziman tevlî Kurdî kirin; bi vê sebebê niha em dibîn in, zimanê Kirmaşaniyan bi farsî nêztire bûye û ji koka xweya resn a Kurdî dûrkevtiye. Di pirtûka serpêhatî (xatirat) a Almanî de hatiye“Min liser hev 10 xeynî Kurd li Kirmaşnê nedîtin, ew 10 kes jî, ji wezîfedarên hikûmetî bûn” Niha hûn xwe bibin dadwer…
Çavkanî Pirtûka tarîxa Îrana Bastan Dîroka paşahaî a Hixamenişî wergera Mihemed muqedem Mihemed Husên Şîriyan:Tarîxa rojnamevanî

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.