HDPê xebatên xwe yên li parlementoyê rawestand

0
713

Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parlamentoya Tirkiyê biyar da ku xebatên xwe organa qanûndanînê rawestine.

Piştî ku Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Figen Yuksekdag tevî çend parlameteran hatin girtin, Desteya Rêveberiya Navendî û Koma Meclîsê ya HDPê duh li Amedê li hev civiyan civîya û îro debarê civînê de daxuyanî hat dan.

Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen li Amedê daxuyanî da û got, wan biryar daye ku xebatên xwe yên qanûndanînê rawestînin.

 

Ahyan Bilgen wiha got: “Me biryar dan xebatên xwe yên li li parlamentoyê bisekinînin.”

Li ser pirsa “Ji bo hevserokatiyê wekîlên nû dê were destnîşankirin” Bilgen wiha got:

“Em ê tevahiyan di rojên pêş de tevahiya  van mijaran dê bi gelê xwe re gotûbêj bikin.Em ê her roj bi gelê xwe re bin û dê gel biryarê bide. Tirkiye niha bi xaleke dîrokî rederbas dibe.

 

Li şûna niqaşkirina hurgiliyên wiha biçûk, em dixwazin bizanin ev biryar ji bo Tirkiye û cîhanê tê çi wetaye. Em daxuyaniyeke zelal da û emê pabendê wê biyarên bin. Emê bi gelê xwe re biryarê bidin.”

Bilgen herwiha got: “Ez êrîşa bombeyî ya 4ê Mijdarê li Amedê hate kirin şermezar dikim, bila rehma Xwedê li kesên jiyana xwe ji dest dane be, ji gelê me re sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazim.”

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.