Rojhilat – Li Sine tirsa darvekirina 14 zindaniyan heye

0
811

14 girtiyên zindana navendî  a bajarê Qurwe li parêzgeha Sine ya Kurdistana Rojhilat, li benda darvekirinê ne û 10 li wan girtiyan kurd in.

Li gor rapora malpera (rêxistina mafên mirov a Îranê ) li 47 girtiyên ku cezayê darvekirinê li ser wan hatiye dayîn, 14 kes ji aliyê dezgeha dadê ve cezayên darvekirina yek alî bûye û 10 li wan kesan kurd in.

Heman jêder  amaje dike ku cezaya darvekirinê ji aliyê dadgeha pêdacûnê ve jî hatiye piştrastkirin û ew girtî çaverêya darvekirinê ne.

Heman cavkanî diyar dike ku di nav wan girtiyên kurd zilamek û hevjîna wî jî hene ku 5 sal berî niha bi tohmeta bazirganîkirin bi madeyên hişber hatine girtin û li zindan Hemedanê bûne û piştre veguhestine zindana Qurwe.

Di wê zindanê de zêdetirî 600 girtî hene ku nêzîkî 45% wan bi tohmeta madeyên hişber hatine girtin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.