Dayîkek ji Efrînê û keçên xwe hatine kuştin

0
720

Polîsên danîmarka, roja duşemê 30.10.2016 termê jineke penaber ji Efrînê ji gundê Basûtê li gel termên 2 keçên wê dîtin. Piştî ku çend rojan ew jin û herdû keçên xwe ne diyar bûn, mirovên wan polîsên wê derê agahdar kirin. Di encama kontrolê de, termên dayikê û herdû keçên wê li bajarê Abînrayê li Danîmarka di berada mala wan de hatin dîtin.

Jina kuştî 27 salî ye, navê Şêrîn e, û her du keçên wê, yek 7 ya din jî 9 sal ye.

Niha polîsên Danîmarka li bavê herdû zarokan digerin, ku ew jî ne diyare.
Her li gorî zanyariyan herdû hevser pismam û dotmamên hev bûn.
Ev malbat sala 2015an gihîştibû Danîmarka û li wî welatî weke penaber bicih bûbûn, piştre ji hev cuda bûbûn.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.