Girtiyek di girtîgeha Xorem Abadê de jiyana xwe ji dest da

0
958

Girtiyek di girtîgeha Parsîlon a Xorem Abadê bi sebeba ku berpirsên girtîgehê ew dereng birine nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeghaniya “HRANA”yê Navenda Komela Mafê Mirovan,di Îranê de, temenê wî girtiyê 33 sal bû,û navê wî Se’îd Mihemedî ye.Tawana wî girtiyê, bikaranîna madeyên heşber hatibû ragehandin.

“HRANA”yê nivîsandiye, ku ji nexweşiya wî girtiyî tu agahî li ber dest nine,lê belê kesên ku ji nêz ve digel vî bûne, gotine rewşa wî ya tendurustiyê baş nebûye, û ew zû neşandine nexweşxaneyê.

Di Îranê de, gellek caran girtî ji ber sedema kêmxemiya berpirsên girtîgehê, jiyana xwe ji dest didin.

Serbarê vê ku rejîma Îranê peymannameya navneteweyî a “Mafên Siyasî û Sivîl” îmza kiriye, lê dîsan jî girtî ji dermankirinê bêpar dimînin,û rastî îşkenceyê tên.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.