Yekîneyên Parastina Gel ragihand ku wan erka xwe ya rizgarkirina Menbicê xilas kiriye û bidawîbûna erka xwe ve wê ji Menbicê derdikevin

0
845

Rojî Kûrd: Yekîneyên Parastina Gel ragihand ku wan erka xwe ya rizgarkirina Menbicê xilas kiriye û bidawîbûna erka xwe ve wê ji Menbicê derdikevin. Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel(YPG) îro daxuyaniyek belav kir û ragihand: “YPG’ê erka xwe ya rizgarkirina Menbicê di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bidawî anî. Me hemû xalên leşkerî radestî Encûmeniya Leşkerî kirin û rêveberiya bajêr jî em niha radestî Encûmeniya Sivîl ya Menbicê dikin û hêzên me vedigeriyan pêgehên xwe.” Herwiha YPG’ê wiha aşkera kir: “Operesyona bi navê Şehîd Ebû Leyla ya bi serpereştiya Encûmeniya Leşkerî ya Menbicê bi serkeftin bidawî bû û hêzên me li ser daxwaza wê encûmenê piştevaniya wan kirin, vê yekê jî dîmeneke baş ji yekgirtina gelan diyar kir.” Herwiha YPG’ê diyar kir ku, wan hemû xalên ku li bakurê Sacûr rizgarkirine jî, radestî Encûmeniya Leşkerî ya Cerablusê kirine. Herweke tê zanîn Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad duh bi dehan tank û çekên giran derbasî rojavayê bajarokê Cerablusê bûn û dest bi kontrolkirina wî bajarêkî kirin. Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden duh berya ku bigihe Enqerê di firokeya xwe de ragihad ku, di çarçoveya NATO’yê de Amerîka hevrêziyê û alîkariya esmanî bo operesyona Tirkiyê li Cerablusê dike.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.