Peymanên Aştîyê Aştî Ne Anî (1919-1920)

0
1152

Weşandin û Amadekirina : Amin Khawalah

Dr.Azad Ehmed Elî

Cenga cihanîya yekê bi çend peymanên aştîyê bi dawî hat, yek ji wan peymana Sêver (Servert) bû, di 10 tebaxa 1920 de hat bestin. Ew taybet bû bi imperatorîya Osmanî. Dewletên di cengê de serketin şert û mercên teslîm bûnê li ser deselata Turkî pesend kirin. Sêver ji Rojhilata Navîn re despêkek nû bû. Îro piştî derbas bûna sed salî em hember bîranînek girîng û pirgirêkin.
Berî Sed salî miletê me wek milet bêkes û bê xudan ma bûn…şanda kurdî li Sêver bi seroktiya Şerîf Paşa bê pişt bû, bê hêz bû. Lê ya herî baş şandê li ber xweda, daxwaza mafê gelê kurd yê rewa kir.

Girîngîya peymana Sêver ji wê têt ku dawî li deselata imperatorîya Osmanî anî, dewletên zilhêz yên wê serdemê deselata Turkan li ser gelên din bidawî kirin. nema ew deselat rewa dîtin, biryar dan ku supa Osmanî ji hemî deverên bi Turkî qise nakin derkeve.

Ev xela yekemîn bû ku dergeh ji bo serxwebûna gelên Rojhilata Navîn vekir, herweha mafê her netewekî di serxwebûnê de tekez kir. Ew yekem pangav bû di dîroka (R.N) de ku deselat imperatorîyên kevin hat hilweşandin, û mafê çarenivîsa gelan ket rojevê de, bi taybet bo gelê û netewa kurd gavek li pêş bû. Wek encamp peymana sêver nîşan da ku deselata Osmanî dagîr ker e.

Ji alîyek din ve bingehê çêkirina nexşeya (R.N) damezrand, Wek serxwebûna welatên Erebî, Ermenstan. û rênimaya serxwebûna kurdistanê hat nivîsand.

Sed sal derbas bûn, ew çend xal û alîyên arênî di peymana Sêver da cîbicî nebûn, û di gel ku sînorên kurdistanê gelekî piçûk kiribû, lê ew dîtin û rêzgirtin li mafê çarenivîs gavek erênî li pêş bû, ji ber wê yekê ev peyman dimîne nîşana serdemek nû, despêka pûçbûna impratoriyan û bi taybet ya Osmanî, û hatine demê dewleta netewî, gevek bû berû azadî û xweserwerîya her miletekî di dewletek taybet de. Wek encam gavek bû berû netew bûna nûjen.

Rastiyek heye ku peymana Sêver sistema siyasîya sedê 18 û 19 herifand, digel ku rê ji kolnyalizima nû re vekir, dîse pangavek girîng bû ji bo felesek siyasî nû bû. Rêbazek ji bo serwerîya gelan.

Lê mixabin ew rêbaza serxwebûna gelan û prinsîpên serok Weloson ziwa û pûç bûn.

Bi çi awayî be, Peymana Sever bingehê yasayî ji mafê çarenivîs bo gelê kurd danî, û mafê serxwebûna û dewlet bûna kurdistanê tekez kir.

Ji vir girîngîya peymanê têt û destpêkir, lewra xebat ji bo nûkirina xalên erênî ji peymanê pêwîst di mîne.

Sed sal li ser zicîre peymanên aştî di salên (1919 – 1920) de der bas bûn, lê aştî nehat damezrandin, ev dibe nîşana wê yekê ku mafê miletê kurd di serwerîya siyasî de nehat pejirandin, heweha siyseta qirkirinê li dijî kurd hat bi kar anîn, rastiyek din tê meydanê ewe ku aştî nayêt (R.N) heger mafê miletê kurd neyêt parastin.

Îro her çar dewletên zilhêzên peymana Sêver wajo û emze kirîn berpirsyarên, birengekî ji rengan di ber ew qirkirina bi ser miletê kurde li dirêjahîya sedsala bûrî rûdayî guneh karin.

pêwîste em dengê gelê kurdistanê bigihînin wan da ku li xwe vegerin, ew mafê berî sed salî ji kurd re rewa didîtin çima îro nabînin, û çira van cînosayidên hatî sere miletê me nabînin.

Sistema Herêmî …Sistema Cîhanî

Îro rûpela sedsalîya peymana sêver hat têperandin û qulbandin, ev pita korona dijwar biser de hat, diyra qunaxek nû ji dîroka mirovayetîyê destpêdik e. Sistema navdewletî lawaz bûye, asteng û arîşe li herçar alîyên cîhanê peyda dibin…dem guncawe bo girêbestên siysîyên nû..

Xebeta ji bo danîna bigehên yasayî ji doza çarenivîsa geleê kurdistanê girêdaye bi nû kirina sistema cîhanî ve, ew guhertina dê bê guman sistema herêma (R.N) biguherîne….

Iro li qunaxa post korona derfet peyda dibe, ji bo nûkirina mafê gelan di xweserwerîyî û azadîya siyasî de.

Em rastiyekê îro dikin rojevê de, ewe ku kêşeya kurd kişyek navnetewîye, probilmek cihanîya, çi ji alîyê siyasî ve û çi ji alîyî exlaqî ve, herweha astengek ewlekarîye, (R.N) navîn bê çareserkirina mafê kurdan aram na mine.

Em wek kurd, gel û pêkhateyên kurdistanê bigiştî pêwîste rahêjin berpisyarîya xwe, girînge rênimayên xebat û bizavê biguherin, bi her awaî xebê bikin bû pirkirina dostan û geşkirina bizavê, ji alîyên kultûrî, diplomasî, zanistî ve, ta em bereyek kurdistanî ya azadîxwaz û fereh ava bikin, gelek alîgiran û dostan pê geşbîn bikin.

Li dawîyê

Sedsal derbas bûn kurd man û her dê bimînin…

Sedsal derbas bûn serxwebûn û dewlet bûna Kurdistanê her di rojevê de di mîne.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.