Grûpên islamî yên ser bi Tirkiyê ve gundine Efrînê topbaran dikin

0
1070

Grûpên islamî yên ser bi Tirkiyê ve, şeva bihûrî bi topên giran êrîşa xwe li hin gund û rêbendên li bin kontrola çekdarên YPGê û grûpên ser bi wê ve  li Herêma Efrînê dûbare kirin.

“Çekdarên  grûpên islamî yên ser bi Tirkiyê  ve bi çekên giran gundê Qestel Cindo (yê) ser bi  devera Şera û gundê Merenazê yê ser bi Herêma Efrînê ve topbaran kirin.”

Heman jêderê got: ” Gundê Başemrayê yê ser bi devera Şêrewa bi çekên giran hatiye armanckirin, û ziyanên mezim gihane mal û zeviyên xelkên wê deverê,  çekdarên  YPGê bersiva  wan dabûn, lê ti zanyarî li ser ziyanên kuştin û birîndarkirinê di nav herdu aliyan de nehatibû xuyakirin.”

Li gorî heman jêderê Asayîşa ser bi PYD li rêbenda gundê Xezawiyê yê ser bi devrera Şêrewa barhilgireke tijî çek û goleyên çekan, ku şifêrê wê berhilgirê dixwest wan radestî grûpên islamî li Idlibê bikira hate desteserkirin.

Ev ne cara yekê ye gundên Herêma Efrînê ji aliyê grûpên islamî ve rastî  topbaranan tên û bi taybetî yên nêzîkî sînor, û welatiyên wan deveran nerazîbûna xwe diyar dikin û bang li hemû aliyan dikin ku êrîş û armanckirina sivîlan werin rawestandin.

 

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.