Doh li Kataloniya rêfrandoma serxwebûnê pişti 11 demjimêran, û di bin gelek alozî û pirsgirêk di vavbera hêzên Polîsên Îspanî û miltê Kataloniyê de bi serket û bi dawî hat.
Li got ragihandinan ku dema miletê wê herêmê dengê xwe didan bi coşek mezin lê dem bi dawî hat û berpisên herêmê dem dirêj nekirin û xelkê nikanî dengê xwe bidane ji ber proseya dengdanê bi dawî hat û ji ber biryara berpirsên herêmî ya Kataloniya ku muhleta dengdanê nayê zêdekirin û ew pirose hat bi dawîkirin.
Tê zanên,ku proseya dengdanê li Kataloniya yê nehat qebûlkirin li gor gotebêjê Hikûmeta navendî ya Îspanî û ragihand ku encamdana proseya dengdanê ne yasayî ye û li dijî rêfrandomê derket.
Hikûmeta Navendî ji bo riyê li ber rêfrandomê bigre , polîsên xwe zêdekirin û şandin herêma Kataloniyayê û ji ber astengiyan ji xelkê re çêkin û rêfrandomê bi aramî nebin
Li gorî ragihandinan, di proseya dengdanê de polîsên Ispanî alozî û tundûtîjî bi karanî û di encamê de 900 kes hatin brîndarkirin.
Herwiha Dadgeha Bilinda Destûrî ya Ispanyayê jî pêştir ragihandibû ku rêrandoma Kataloniyayê nedestûrî û nerewa ye û ji aliyê yasayê ve ew rêfrandom red kiribû.
Hêjayî gotinê ye, miletê Katalonyayê proseya rêfrandomê bi dawî anî û bi qaserî 90% ji sedî ji dengan belê bû, tevî ku alozî û tundûtîjiyên ji aliyê polîsên îspanî ve hatbikaranîn.