Bîrmendê Ferensî Lêvî : Makron amadebûna xwe nîşanda ji bo vexwendina Serok Barzanî û Ebadî ji bo li hevhatinê bikin

0
1012

Duh înê bêrnard hênrî lêvî bîrmend û feylesûfê ferensî gotarek belavkir ,û Eşkerekir kû, Îmanwêl Makron Serokê Ferensa amadebûna xwe nîşandaye ji bo vexwendina  Serok Barzanî û Ebadî ji bo ferensa û li hevhatinê  bikê ji bo danûstandan .

lêvî daxuyakirn kû berêz Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê amadebûna xwe nîşan daye, û ragehand kû Serok Barzanî ti demekî ,gotûbêjyê û danûstandinê red nakê .

bêrnard hênrî lêvî bi tevahiya dema piroseya dengdanê li gel Serok Barzanî bû ,û çend pirsyarek arasteyî Barzanî kirne û kurteyek ji bersvên Serok Barzanî bi zimanê înglîzî û ferensî di mîdyayên cîhanêde belavkirn.

lêvî got dema kû piroseya dengdanê li ser rêfrandoma serxwebûna KurdIstanê bi dawî hat, Serok Barzanî çîroka Serkirdeyekî Ferensî dIbêjê ,dema kû artêşa Ferensa li sala  1918 an bi ser Elmaniya de bi ser di kevê .. ew serkirde dibêjê niha heger bimrim gelek asaye , û Serok Barzanî jî heman gotinê dibêje, pştî bi dawî hatina piroseya rêfrandomê û dibêje ” min heman hestê wî Serkrdeyê  Ferensî heye , heger ez niha bimrim gelek asaye “

herweha lêvî dibêje  Serok Barzanî gotiye kû” nêzîkî 50 Salî ye  ez di cengêdeme .. li gel milletê xwebûm dema kû bi kom hate kuştin , herweha li gel miletê xwebûm dema kû hate kuçberkirina   neçarî  û dema kû hate kîmiya barankirn ,Serok Barzanî gotiye kû gelek caran me gotiye gelê kurd ji nav çû” .

lêvî di berdewamiya gotina xwe de  dbêje kû” Serok Barzanî gotiye , bi dirêjahiya dehê salan ji  xebat û têkoşanê, ti caran min di  jyana xwede pêşbînya rojeke weke îro nekirye , û pştî xebat û têkoşanê bi riya piroseyeke dîmukratî û aştiyane, gelê kurdstanê biryar li çarenvîsa xwe da ,û gelê Kurdstanê ji Cîhanê re daxuyakirin kû ,hêjayî  serxwebûnêye ,û roja rêfrandoma serxwebûna Kurdstanê xweştirîn roje di jiyana min de , ji ber  di jyana xwede min xebat jibo rojeke weke îro kiriye .”

hênrî lêvî behsa bedîlê rêks tîlerson ,wezîrê derve yê emrîka kir kû berî pênç rojan ji dengdanê hatibû pêşkêşkirin ji bo Serok Barzanî , û di derbarê naveroka cihê şûna  rêks tîlerson pêşkêşkirî ,hênrî lêvî dbêjê” ew bedîl gelek  pesin ji bo Barzanî  û alîkariyeke başa madî, bi gerentiya emrîka têdebû , û ewjî ji bo paşxistina xewna miletê Serok Barzanî û gelê kurdistanê ye “

lêvî dbêjê Serok Barzanî di bersiva bedîlê kû rêks têlersun pêşkêşkirî got :” di dema çend heftyên bihûrtî de fişareke gelek jibo paşxistin û poşmanbûnê li  rêfrandoma serxwebûnê di hate kiirn , lê dvîbû ez seyrî nava çavê gelê kurdistanê bikm, kû ez bi rastexo hlbijaritm , û ne bi tenê ji bo xelkê di jyanêde mayî ez di axivim ,belkû ji bo wan kesên kû giyanê xwe ji bo doza rewaya kurd bexşîne  bikm “

di dawiya gotina xwe de lêvî got :” kû Barzanî nexwest xwe şermezarê milletê xwe bike  û li dawîn kernevala cemawerî de ji bo piştevaniya rêfrandoma serxwebûna Kurdstanê kû li yarîgeha Firanso Herîrî hate li darxisitn , barzanî got:yeke xema min hebû , ewjî kû ez xwe şermezarê xelkê xwe nebim û karibim li hember wan rawestim “.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.