Piştgîrîya Rêfrandoma Başûrê Kurdistanê Erkêke nîştimanî a gelê kurdistanêye

0
1889
Erdelan Ebdullahi

Gelê kurd di têkoșîna azadîya welatê xwe de hevraz u nişûvên gelek dijwar dîtine.
Ji bo azadiya xwe, Kurd her tim di berxudanê de bûne û wan tucarî dev ji doza xwe ya rewya bernedaye. Lê gelek caran bûne qurbaniyên bêtifaqiya xwe û mixabin ji vê yekê jî ders û ibret wernegirtîne. Heyf e, ku heta niha stratejiyeke wan a yek deng li hemberî dagîrkerên wematê wan nebûye û carina jî ji ber nakokiyên navxweyî û nizaniya xwe ketine xizmeta dijminên Kurdistanê. Ji ber vê li berjevendiyên xwe yên neteweyî xwedî derneketine û îro jî bedelê vê yekê didin û negîhaștine armaca xwe.
Tevî vê jî kar û xebata Kurdan a ji bo azadî û serbestiya Kuridistanê her dom kiriye û her ku diçe berfirehtir dibe. Dijminên Kurdan jî ranawestin, bi hemî hêza xwe, bidelewêre û hîlan li riyekê digerin ku pêșiya têkoșîna azadiya Kurdistanê bigrin.
Helbet dixwazin nakokîyan ji mera derxin, lê divê em rê li ber pilanên wan ên kirêt bigirîn û neyên lîstêkên wan. Divê em nakokîyên xwe bidin aliyekî û ji bo gihiştina armaca xwe, li her çar beşên Kurdistanê jî kar û xebata xwe gurtir bikin. Komara Kurdistanê û serhildanên rêber û xelkên wê, divê em ji xwe re bikin mînak û li ser berjevendiyyên neteweyî bi rik û israr bin.
Ji bo serketinê yekîtiya gelê me pir girîng e, divê em vê bikin xala serekî ya têkoșîna xwe. Kurd divê pêş hemî tiştî hevkarîya hevûdu bikin û piştgîrîyê bidin hev ta bikaribin li cîhanê jî bibin faktorekî berbiçav ku pêșeroja welatê misoger bikin û navê Kurdistanê li ser nexșeya cahanê bi tîpên zêrîn binivîsin.
Bêrêzîya di navbera kurdan de û nebûna yekdengîya wan, bûye sedema ku ew di asta cîhanî de, ji hemî mafên xwe û dewletbûnê jî bêpar bin. Disa ji ber vê ye, ku bûne ehrîmê destê dijminê xwe û dijmin wan bikar tîne, xebata wan bihaq têk dide,.herwiha prosesa dewletbûna wan têk dide. Armanca her çar dijiminên kurdistanê yên ku îro bi hev re dicivin û dișêwirin ew e, ku Kurdan ji hev bidizin û rê li ber dewletbûna wan bigrin.
Kurd bi dirêjahiya dirokê, bi awayekî gişti bûne nêçîra ber destê împeretoriya Tirk, Ereb û Eceman. Kurd bi siyaseta olî; bi Sunîtî û şiîzmê jî hatine xapandin û xebata wan miletbûn û dewletbûnê bi derngi hatiye xistin. Dijminên me nehiştine ku em li ser ax u erdê xwe bi zar û zimanê xwe, bi kultir û çanda xwe di araimiyê de bijin.
Îro pirsa kurdî di asta cehanê de hatîye nas kirin, lê yekemin miletê ku dewleta wî nine dîsa Kurd in. Divê neyê ji nikin ku yekemin hêza li dijî terora ku cîhan ji ber dinale û hatîye zarê û rojane bi sedan kes dibin qurbanîya wê di ber xwe da û șer kir Kurd bûn. Tenê Pêşmergên Kurdistanê li ser erdê di şêr de ne û ew yek bûye sedem ku cîhan îro bi hebûna hêzên pêşmerge şehnaziyê bike. Lê ew kurd in û divê ji vê yekê kelke wergirin û hebûna xwe ya neteweyî biparêzin. Divê Kurd jî, weke hemî miletan biryara çarenivisa xwe bi xwe bidin û serxwebûna welatê xwe jî ragihinin.
Welatê me, bi peymanên derewîn ên mina Sykes Picot, Sevr û Lozanê ketiye bidestê welatên din û wan ji bo berjevendîyên xwe kurd firotine û welatê wan ji dabeş kirine. Divê ev neheqî ji holê rabe, rê li ber dijminên Kurdan bê girtin, kurd bi tenê li ser mafê çarenûsa xwe biryarê bidin, ji bindestiyê rizgar bibin û weke hemî miletên dinê bibin dewlet.
Em zanin pêdiviya cîhanê bi Kurdan û ya wan jî bi cîhanê heye. Lê divê em berî li hebûna xwe xwedî derkevin û li hember dijminê xw yek deng bin. Rast e, Kurdistan hetiye dabeș kirin û mercên her beșî cuda ne. Lê gelê Kurd yek netewe ye, divê em ji bo yekîtiya neteweyî têbikoșin û alîkariya hev bikin, ne ku beșek ji bo yê din astengan derxe.
Îro li başûrê Kurdistanê rêfrandûm pêk tê, divê em vê yekê di berjevendîya neteweyî de bikar bînin. Di rewşeke wiha de bi duristî hevkariyê bi hev re bikin. Ji hev re asteng derxistin, ne li berjevendiya tu kesî ye.
Bêguman serxwebûna her perçeyekî Kurdistanê ji bo yê din hêviyek e û dê riya yê din jî ronî bike. Yekîtî û hevkariya me dê baweriyê bide dostên me jî, bi vî awayî ew ê jî karibin bi dilekî rihet alîkariya me bikin. Divê em Kurdistanî di vê roja pîroz a ku encama xebata sercem şehîdên me ye, berz ragirîn û piștgiriya refrandûma Başûr bikin ku erka xwe ya neteweyî jî pêk bînin. Ev dê bibe kilîta azadîya gelê Kurd û welatê wan Kurdistan.
Bi kurtayî divê em li seranserê cîhanê bi hev re yekmil û yek dil bin, refên xwe bikin yek, piştgîrîya hev ji bo nîştiman û weltê xwe bikin. Ji bo aștî, azadî û serxwebûnê alîkariya başûrê Kurdistanê erka ser milê her kurdekî welatparêz e.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.