îsraîlê vê care sînorê Kurdistanê jî diyar kir!

0
1005

 Ji İsrailê careke din ji bo Kürdistana serbixwe û azad  di rojhilata navîn de piştgirî hat.

Wezîrê dadweriya îsraîlê Ayaled Shaked di konferansa asayîş û aramiyê de got “Em bi hemu hêza xwe piştgiriya Kurdistana serbixwe dikin”

Ayaled Shaked di konferansa rûtîn ku her sal bi nave “Asayîş û aramiya heremê” tê li darxistin de got: Di rojhilata navîn de dema serxwebuna neteweya herî mezin ya Kurda hatiye, û emê bi hemû hêza xwe piştgirî bidin dewleta Kurd.

Di axaftina xwe de  got “Bê edaletiya ku li himber Kurda hatiye meşandin pêviste bi dawî bibê û mafê way ê serxwebûnê bê dayin. û balkişand ser wê yekê ku “Pêwiste Kurdistana serbixwe li ser xaka di navbera Turkiye û îranê de bê avakirin.

Hemen demê got: Kurdistaneke serbixwe di berjiwendiyê îsraîlê de ye û wê dijminê Îsraîl levaz bike.

Di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: Li himber grupên redikal Kurd û Îsraîl di yek alîde ne, Kurda ta niha êrîşî mafê hîç welatekî nekirine, mafê mirovî diparêzin, li himber jinê rêz digrin, û neteweye ke aşîtî perwere.

Serokwezîrê Îsraîle Benyamin Netanyahu jî di sala 2014a de piştgirî da bu Kurdistana serbixwe lê cihê wê diyarnekiri bû. Bi axaftina dawî ya wezîrê Îsrailî vê care sînorê Kurdistana serbixwe jî hatiye diyarkirin.

 

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.