Lêborîna Navneteweyî: %55 a îdaman, di Îranê de rû didin

0
279

Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî di amara herî nû ya xwe de, belav kir ku bi bê berçavgirtina welatê çîn, %55 ji Îdaman di asta cîhanê de, di Îranê de rû didin.

Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî roja 22`ê Xakelêweyê di rapora xwe de belav kir, ku 567 a îdaman, di sala 2016`an de, di Îranê de, hatine birêvebirin.

Li gora vê raporê, aliyê kêm 33 mînakên îdamê, di sala 2016`an de, li ber çavên xelkê hatine birêvebirin.

Li gora raporê, aliyê kêm du kesên tawanbar ku di dema nûciwaniyê de, tûşî tawanê bûne, bidarvekirina wan berevajiyê rêkevtinname û biryarnameyên navneteweyî bûne. Herwisa 8 jin jî, hatine îdamkirin.

Şiyarasin Corciyo ji rawêjkarên Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî dibêje: Metirsiya vê yekê heye, ku gellek caran rejîm hejmara rast ya îdaman belav neke, û veşêre.

Rêkxirawa Lêborîna Navneteweyî ji aliyê parêzerekî Îngilîzî ve bi navê Pîtir Bininson, di sala 1961`an de, li bajarê Londonê hate avakirin, û armanca vê rêkxirawê, bergirîkirin bûye ji mafê mirovan.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.