Êzdîyatî

0
1229

Şe’detîya Dîn, berîya, ku meriv r’azê, serê xwe datîne ser be’lgî, tê gotinê.
1.
H’ebandina min yek xweda
Heqê min êzidî
Quliba min Kanîya Sipî
Dînê min Şerfedîn
Methêfa dînê min Melek Ferxedîn
Qasidê r’uh’ê Sicadîn
Celatê r’uhê Nasirdîn
H’eca min Qubuldor
Kanîya Sipî gelîyê Lalişê dibe mor.
2.
Şe’detîya min mik’îm Ela
Şîxadî hebûbî Ela
Şîxsin R’esûlî Ela
3.
Silave Mergehê, Meqlûbî seraê
Cimaê, birmayê
Cîyê Ezdîxanê Şerq û Şamê
Serê xwe bide
Ber tewavê sicûdaê.
4.
Êzidîme êzidî
Bi şex, p’îr,hoste, merebî
Yar û birê axiretê mewleme
Silavk’eşê Kanîya Sipîme
Vî dînî, vî mesevî, nav dikire Şîxadî
Herpenc terêqê xwe razîme.
5.
Minetk’arim minetê
Wevarim şile’tê
Ya R’ebî, şikir
Şîxadî me da ser peşka sunetê.
6.
Minetk’arim mîra
Wevarim ji wevîra
Ya R’ebî şikir
Şîxadî me da ser peşka şex û p’îra.
7.
Minetk’arim ji mala Adîya
Wevarim ji qadîya
Ya R’ebî şikir
Şîxadî me da ser peşka
Melek Şîxsinê Adîya.
8.
Ya R’ebî Şîxadî p’adşaye
Şexûbek’ir mewleye
Şêşims ç’iraye
Şe’detîya îmana xwe
Navê Tawûs Melek hildaye.
9.
Şîxadî dayî me
Şêşims qedîme
Şe’detîya îmana xwe
Navê Tawûs Melek anî me.
10.
Şîxadî xefûre
Şêşims nûre
Şîxsin r’esûle
Şe’detîya îmana xwe
Navê Tewûs Melek qebûle.
11.
Sinîkî sinî me
Bende ji Kanîya Sipîme
Mirîdê Şîxadîme
Barxa koza Sult’an Ezidîme
Şikir ezî ji vî dînî r’azîme.
12.
Şêxê min …..
P’îrê min……
Xudanê min ….
Ya Şêşims r’ebê Ela.
13.
Derdê min dua’ê min
Şêxê min mewleyê min
P’îrê min hostayê min
Serê min ser be’lgîyê min
Be’lgîyê min ber şivakê
Ya R’ebî tu bidî xatirê Êzîd û makê.
/Dergê xêra veke, dergê şer’a dade
Axirîya me xêr bike/.
________________________________________
Temî: her êzidî divê şe’detîya dîn li gorî navê şêx, p’îr û xwedanê xwe bêje.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.