Rêjîma Esed di balafirgeha Qamişloyê de siyasetmedarekî kurd girt

0
694

Ew nexweş bû û ji bo çareseriya pijişkî dixwast serdana Demişqê bike

Li gor agahiyên çalakvanekî Kurdistana rojava, dezgên ewlehiya rêjîma Sûriyê, endamê lijneya navenda partiya çep a kurd li Sûriyê, Ebdulrehman Meiyî naskirî bi Ebû Şivan girt.

Wî jêderî ku nexwastiye navê wî belav be ji bo BasNewsê ragehand ku:”Desthelatdarên rêjîma Esed di balafirgeha Qamişloyê de Ebû Şivan girtin.”

Li gor agahiyan ji bo çend demjimêran lêpirsîn li gel Ebû Şivan hatiye kirin lê belê ew ji bo şûnekê ku nayê zanîn hatiye veguhestin.

Ajame bi vê yekê hatiye kirin ku Ebû Şivan dixwast serdana Demişqê bike ji bo çareseriya pijişkî.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.