Dadgehê daxwaza qetkirina destê 3 tawanbaran di Îranê de pejirand

0
720

Roja borî 3 kes bi tawana diziya malekê, di şo`beya (çiqa) heşt a dadgeha sizadanê de, di parêzgeha Tehranê de hatine mehkemekirin.

Li gor nûçeyên belavbûyî,di dadgehê de, ji wan her 3 kesên tawanbar re, daxwaza hukmê qetkirina destê wan hatiye dayîn.

Hêjayî basê ye ku, ew her 3 kesên tawanbar berê jî kiryarên bi vî awayî encam dane, ku yek ji wan di dema firotina lebtaba ku dizî bû de, hatiye destbiserkirin, û her du hevkarên xwe jî eşkere kirine.

Eva di halekê de ye, ku berê 17 gilîname li ser wan her 3 dizan hatibûn tomarkirin. Dadgehê dosyeya wan her sê kesan bona dadgeha sizaya Parêzgeha Tehranê şandiye.

Di rûniştina dadgeha wan her sê kesan de, duh di dadgehê de, di şo`ibeya heştem a dadgeha sizadanê ya parêzgeha Tehranê de, bi amadebûna dadwer Husên Esxerzade û bi amadebûna du jineralan, ev sizaye bo wan her sê kesên tawanbar hatiye dayîn.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.