Li Rojhilat dîsa aşût: çend hemwelatî di binde man!

0
332

îro 31.01.2017ê çend kesek li navçeya Xelîfanê ya ser bi Mehabadê ketine bin aşûtê.

Malpera Rojî kurd di vê derbarê de belav kir, ku ji ber renî ango aşûta ku ji zozanên gundê Koran a navçeya Xelîfanê ya ser bi Mehabadê çend kesekî xelkê wî gundî ketine bin aşûtê.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê jî derbarê wan kesên ku ketine bin aşûtê de ti agahiyek neket berdest, lê li gor hin zanyariyên ku nehatine piştrast kirin dibêjin 3 heta 4 kesan di bin aşûtê de mane.

Comments

comments

Bersiv bd: