Îro salvegera duyem a azadkirina Kobanê ye

0
731

Bajarê Kobanê yê Kurdistana rojava ku ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû dagir kirin û wêran kirin, piştî 133 rojan şer û pevçûnan 26.01.2015ê bi temamî ji aliyê şervanên kurd û bi alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatibû azad kirin.

Piştî dorpêçeke giran a rêxistina terorîst a DAIŞê şerekî giran di navbera şervanên kurd û çekdarên DAIŞê de pêkhat û li ser daxwaza aliyên kurd ên Kurdistana rojava û xelkê Kobanê hêzeke taybet ê Pêşmergeyên Kurdistanê, ji herêma Kurdistanê ve bi biryar û fermana serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve bo piştevanî û alîkariya şervanên kurd berê xwe dan rojava û beşdarî berevanî û parastina Kobanê kirin û gelê kurd bi giştî li Kobanê destaneke dîrokî tomar kir.

Ji bo azad kirina bajarê Kobanê bi dehan ciwan, xortên gerîlla, şervan, kesên xwebexş û Pêşmerge ji her çar beşên Kurdistanê şehîd ketin, ew canfedayî û qehremaniya li Kobanê bi ruhê netewî yê kurd ve destaneke dîrokî li gel xwe anî û tomar kir.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.