RÛSYA PROJE DA – Ji bo kurdan otonomî , navê dewlwtê diguhere!

0
710

Reşnivîsa projeya Destûrê Sûriyê Hate belav Kirin ku ji aliyê Rûsya ve hatiye amadekirin û têde peyva Erebî ji navê Sûriyê hatiye rakirin û navê Komara Sûriyê hatiye bicihkirin. Herwiha di vê projeya destûrê de, otonomî ji milletê kurd re hatiye diyarkirin û zimanê kurdî jî weke zimanê fermî hatiye naskirin.

karî reşnivîsa projeya Destûrê Sûriyê, ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye amadekirin, bi dest bixe. Ew projeya destûrê di civînên li Astanayê de ji her du şandên hikûmetê û dijbereya Sûriyê re hatiye pêşkêşkirinê

Di wê projeya destûrê de, guhertinên mezin û ber bi çav hatine kirin û têde navê Sûriyê ji ‘Komara Erebiya Sûriyê’ dibe ‘Komara Sûriyê’, û herwiha têde otonomî ji bo herêman kurdî yên Rojavayê Kurdistanê hatiye bicihkirin.

Herwiha li gorî projeya Rûsya ya bo Desûra Sûriyê, li herêman kurdî, zimanê kurdî li kêleka zimanê erebî dibe zimanekî fermî.

Herwiha dema serokatiyê li Sûriyê 7 sal dimîne, yanî weke xwe, lê ew nikare du caran li ser hev bibe kandîd.

Di projeya destûrê de sîstema ne navendiya desthilatê hatiye bicihkirin û tekezî li ser cudakirina dewletê ji dîn û pabendbûn bi sekularîzmê hatiye kirin.

Navê Sûriyê guheriye û bûye Komara Sûriyê

Giringtirîn beşa ku di reşnivîsa destûra pêşniyarkirî ya Rûsya bo Sûriyê de hatiye, guhertina navê wî welatî ye ku ji Komara Erebî ya Sûriyê bi Komara Sûriyê hatiye guhertin.

Otonomiya kulturî ji bo herêman kurdî û fermîbûna zimanê kurdî

Di wê projeya destûrê de ku Rûsyayê amade kiriye, ji bo Rojavayê Kurdistanê otonomiya kulturî hatiye bicihkirin û zimanê kurdî jî weke zimanek fermî hatiye naskirin.

Li gorî wê projeyê, her du zimanên erebî û kurdî li wan deverên ku otonomiya kulturî ya kurdî heye, weke hev in. Herwiha amaje bi wê jî hatiye kirin, ku li kêleka zimanê fermî yê dewletê, her deverek dikare zimanê piraniya rûniştvanan bi kar bîne.

Di wê projeyê de, ku Rûsyayê amade kiriye, desthilata hikûmeta navendî hatiye sînordarkirin û sîstema rêvebirina welat jî dê ne navendî be, kargêriya xwecihê namîne û dê komeleyên deveran werin damezrandin, ku dê nûneratiya yekeyên kargêrî bike û desthilata wê berfirehtir dibe, ci şêweyekê ku desthilata danîna yasayan hebe.

Navê Parlamentoya Sûriyê jî ji Encumena Gel ve diguhere û dibe Komeleya Gel. Herwiha komelweyên deverên jî dikarin proje yasayan pêşkêşî Komeleya Gel bikin.

Komeleya Gel dikare endamên Dadgeha Bilind a Destûrê diyar bike, ku li gorî destûra niha ya Sûriyê, diyarkirina wan di destbhilata Serokê Sûriyê de ye.

Di reşnivîsa destûra ku Rûsyayê amade kiriye, ew bend hatiye hilweşandin, ku pêwîst e nîvê endamên Encumena Gel a berê, ji karker û cotkaran pêk bê û nîvê din jî ji pêkhate û tuwêjên din.

 

Dema serokatiya 7 sal e û tenê bo xûlekê ye

Derbarê kursiya serokoamriyê de jî, li gore projeya Rûsya, dema serokatiya Sûriyê dibe 7 sal, lê belê serok dikare tenê gerekê weke serok bimîne.

Herwiha pêwîst e temenê serok 40 sal be û xwediyê nasnameya Sûriyê be, lê ne merc e ku dayik û bavê serok, sûrî bin yan hevjînê/a serok sûrî be.

Derbarê ol û mezhebê Serokê Sûriyê de jî, hatiye diyarkirin, ku merc nîne, musilman be. Ew yek di demekê de ye ku destûra niha ya Sûriyê tekezî li ser wê yekê dike ku gerek ola serok, îslam be.

 

Hikûmet nûnerên pêkhateyan li xwe digire

Di wê reşnivîsa destûrê de, Serokê Sûriyê li pêşberî Komeleya Gel (Parlamento) û Komeleya Herêman sonda yasayî pêk tîne. Serok li ser artêşê xwedî desthilat e û Fermandeyê Bilind ê Hêzên Çekdar e jî, ku bi agahdariya pêşwext a her du encumenên navborî, dikare rewşa ne asayî yan şer rabigihîne.

Têkildarî Encumena Wezîran û pêkanîna hikûmeta jî, di projeya destûra pêşniyarkirî ya Rûsya bo Sûriyeya siberojê de ew çend hatiye bicihkirin, ku Serokoamr dikare arasteyê karkirina Encumena Wezîran biguherîne û xwe serpireştiya cîbicîkirina yasayan û saziyên dewletê bike.

Encumena Wezîran berpirsyar e li hember serokoamr û Encumena Gel û Encumena Herêman. Herwiha pêwîst e ji bo diyarkirina cîgirên serokwezîr û wezîran, nûneratiya rêjeya hemû pêkhate û netewên Sûriyê were berçavgirtin û hinek post jî bi kêmîneyan werin dayîn.

Li ser mijara çawaniya standina baweriyê ji hikûmetê jî, di wê reşnivîsa destûrê de amaje hatiye kirin, ku yek li ser sê yê endamên Encumena herêman dikarin mijara standina baweriyê bixin pêşberî Encumena Gel, û di rûniştineke hevbeş de, bi piraniya dengê amadebûyan, bawerî ji hikûmetê were standin.

Li gorî pêşniyarên Rûsyayê, di reşnivîsa destûra nû ya Sûriyê de, hejmara endamên Dadgeha Bilind a Destûrî ji 7 kesan ve bo 11 kesan zêde dibe ku ji aliyê Komeleya Herêman ve tên danîn û Serokomar jî nivîsê ji wan re pêşkêş dike.

Di heyama salekê de hilbijartin tê kirin

Li gorî projeya nû ya destûra Sûriyê, li gorî pêşniyarên Rûsyayê, gişt yasayên Sûriyê dê heta dema pesendkirina wê reşnivîsa destûrê çalak û karpêkirî bin û piştre dê werin sererastkirin da ku li gel destûra nû biguncin. Ew yasa dê di navbera salekê piştî bicihbûne destûra nû werin sererastkirin.

Herwiha di projeyê de hatiye, ku piştî encamdana referandumê li ser destûra nû ya Komara Sûriyê, di navbera demekê de ku ji salekê zêdetir nebe, hilbijartinên Komleyea Herêman tê kirin.

Herwiha di wê destûra nû de, destwerdana hêzên çekdar ên Sûriyê di siyaseta û veguhastina dethilatê de hatiye qedexekirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.